Barzanî bi %17 a budçeyê amade ye aboriya Kurdistanê radest bike

Nêçîrvan Barzanî gilî û gazin ji hikumeta Bexdayê kir û got, ew amade ne di berdêla 17 ji sedî ya budçeyê de temamiya aboriyê Başûr radestî Bexdayê bike. Barzanî her wiha got, "Em dostanî û alîkariya dewletên Tirk û Îranê ji bîr nakin."

Îro li bajarê Hewlêrê Desteya Wezîran a Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya...

Piştî civînê Barzanî daxuaniyek da çapemeniyê...

Têkildarî êrişên 16'ê Cotmehê û radestkirina herêmên Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin..

'EM AMADE NE HEMÛ HATINEYÊN PETROLÊ RADESTÎ IRAQÊ BIKIN'

Ji bo vê jî, Nêçîrvan Barzanî peyama dayîna tawîzan dan û wiha got:

"Eger hikumeta navendî 17 ji sedî yê budçeya Iraqê ji bo herêmê veqetîne, em amade ne hemû hatinên petrolê teslîmî wan bikin."
 
Nêçîrvan Barzanî ku beriya 25'ê Îlonê behsa serxwebûna Kuridstanê dikir, îro bang li hikumeta Bexdayê kir da ku di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de, mafê gelê Kurd li Başûr nas bike.

Li ser pirsa gelo wê ti hevdîtinên wî li gel dewleta Tirk çêbibe yan na, Nêçîrvan Barzanî ev bersiv da:

"Em ê ti carî alîkariya dewleta Tirk a cîran jibîr nekin. Ji destpêka salên 90'î ve deriyê xwe ji bo me vekir. Tevî ku heta vê gavê ti nîşaneyeke hevdîtinê tine ye jî, lê em hêvîdarin dewleta Tirk alîkariya xwe bi me re dewam bike."

Nêçîrvan Barzanî di dewamiya axaftina xwe de, diyar kir ku hewlên wî zêde ne da ku pêwendiya li gel Tirkiyê û Îranê baş bibe.

Piştî referandûma 25'ê Îlonê, dewleta Tirk û Îranê bi yek helwestê dijminahiya xwe a li hemberî Başûrê Kurdistanê ragihandin..

Her du welatan çûnûhatinên balafiran rawestandin û deriyên sînor girtin.

Bi taybet jî dewleta Tirk û serokê wê Erdogan di vê pêvajoyê de bi awayekî eşkere gef li Başûrê Kurdistanê xwarin.

Lê rêveberiya Başûr û serokê hukûmeta wê Nêçîrvan Barzanî hê jî bi hêvîne ku dewleta Tirk alîkariyê bide wan.