Ne ji ber birûskê, lê ji ber xemsariyê mirin

Yûsûf Kidat ê 13 salî û Halît Erdal ê 18 salî ku li Xîzanê ji ber birûskê bi giranî birîndar bûn, ji ber ku ambûlans û alîkarî bi derengî hatin jiyana xwe ji dest dan.

Yûsûf Kidat ê 13 salî û Halît Erdal ê 18 salî ku li zozanê gundê Çokekyazi yê navçeya Xîzan a Bedlîsê ji ber birûskê bi giranî birîndar bûn, eşkere bû ku ji ber derengketina alîkariyê jiyana xwe ji dest dane. Gundiyekî Çokekyaziyê ku her du bûyerên 22-23'ê Gulanê dît ji ANF'ê re axivî. Gundiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku ew gelek caran li 112 Navenda Banga Lezgîn û Qereqola Xîzanê geriyan, lê belê ji ber ku alîkarî nehat, her du zarok û ciwanî jiyana xwe ji dest dane.

Destpêkê Yûsûf Kidat ê 13 salî, piştî rojekê jî Halît Erdal ê 18 salî li zozanê gundê Çokekyaziyê ji ber birûskê bi giranî birîndar bûn. Gundiyan ji bo alîkariyê bang li rayedaran kirin, lê belê ji ber ku alîkarî nehat, Kidat û Erdal jiyana xwe ji dest dan.

'ME HER DU CIWAN AVÊTIN SER PIŞTA HÊSTIRAN Û ANÎN NAVENDA GUND'

Gundiyekî Çokekyaziyê ku her du bûyer dît û nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku ji bo helîkoptera ambûlansê bê cihê bûyerê ew gelek wana li 112 Navenda Banga Lezgîn û Qereqola Xîzanê geriyane, lê belê alîkarî nehatiye. Şahid diyar kir ku Yûsûf Kidat ê 22 salî ku ji malbateke koçer bû, roja 22'ê Gulanê ji ber birûksê bi giranî birîndar bû û got, "Saet derdora 11'an bû. Agahî ji me re hat ku li zozanê birûskê li zarokekî xistiye. Em yekser çûn cihê bûyerê.

Serî û lingên zarok şewitî bûn. Nikarîbû xwe bilivîne, lê hê sax bû. Destpêkê em li 112 piştre jî li Qereqola Xîzanê geriyan û me xwest helîkoptera ambûlansê bi lezgînî bê. Her du cihan jî ji me re gotin ku helîkopter nîne. Me jî zarok li pişta hêstir kir û piştî sê saetan gihand gundê Aladanayê. Dema ku em gihîştin gund ambûlans hat. Lê wê wextê zarok miribû."

HELÎKOPTER JI BO OPERASYONÊ HEYE, LÊ JI BO ALÎKARIYÊ NÎNE

Gundî anî ziman ku bûyera duyemîn jî piştî rojekê, 23'ê Gulanê rû da û li heman zozanê vê carê birûskê li Halît Erdal ê 18 salî xist. Gundî diyar kir ku ji bo wî Halît Erdal rizgar bikin wan gelekî hewl dan, lê alîkarî nehat û got, "Me Halît Erdal li ser pişta hêstir kir û vê carê birin gundê Çokekyazi. Ji piştê heta lingê çepê bi temamî şewitî bû. Tevî ku me gelekî hewl dan, me nekarî wî rizgar bikin. Piştre me bihîst ku xwendekarê pola dawî ya lîseyê bû."

Gundî işaret bi xemsariyê kir û got, hên ku ji bo operasyonê di nava 5 deqeyan de helîkopterê radikin, ji bo rizgarkirina du ciwanan ambûlansek jî neşandin. Şahid diyar kir ku wan cenazeyên her du ciwanan doh veşartin û got, "Her du jî xwendekar bûn. Dikarîbûn bihatina rizgarkirin, lê belê alîkarî bi saetan nehat. Ev yek di sedsala 21'ê de şerm e."