Navenda Parastina Gel fermandar Bager û hevalên wî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bager Bîtlîs ê ku di 1’ê Îlona 2018’an de tevî hevalên xwe li Çarçellayê û du gerîlayên ku di 17’ê Hezîranê de şehîd bûbûn, bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî got ku, “Di 1’ê Îlona 2018’an de di êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de fermandar Bager Bîtlîs (Fatîh Ozden) û 3 hevalên pê re û di 18’ê Hezîrana 2018’an de jî heval Ronya Kars û Zelal Newal şehîd bûn. Di şexsê Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Cîloyê Bager Bîtlîs de em hemû hevalên şehîd bi hurmer bi bîr tînin û em soza xwe ya tolhildanê dubare dikin.

Heval Bager di sala 1970’an de li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ji dayîk bûye û di sala 1991’ê de li Amedê dema ku zanîngeh dixwend tevlî nav refên gerîlayan bû. Bi salan li eyaletên Amed û Xerzanî li dijî dewleta Tirk a dagirker bênavber şer kir. Di heman demê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî gelek peywir wergirt. Rêheval Bager di jiyana xwe de yekî kedkar û rûken bû, li hemberî dijmin gelekî bi hêrs bû. Heval Bager di gelek şeran de birîndar bûye lê her dem di eniyên pêş de şer kir.

Rêheval Ronya ya ku di sala 1981’an de li navçeya Dîgorê ya Qersê ji dayîk bûye di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Rêheval Ronya di sala 2003’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Ronya di nav hevalên xwe de wekî keseke mutewazî û bi coş dihate naskirin.

Rêheval Zelal, Berfîn, Reşît û Welat jî di temenekî ciwan de tevlî nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne û li Zagrosan li dijî dewleta Tirk a dagirker şer kirine. Ev hevalên me wê her dem wekî mîlîtanên qehreman ên Çarçella û Avaşînê werin naskirin. Ji bo serkeftina vê têkoşînê di 17’ê Adarê de ji aliyê Hêza Qada Zagrosê ji bo tolhildana şehîdan di şexsê Şehîd Bager û Şehîd Ronya de pêngaveke tolhildanê hatiye destpêkirin.

Li ser vî esasî em careke din hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya ku şehîdan ji me re hiştine, em ê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”