'Artêşa TC’ê ya dagirker bi zanebûn li sivîlan dixe'

Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir dewleta Tirk van 2 rojên dawî li Başûrê Kurdistanê ne tenê li qadên gerîla dixe û her wiha bi zanebûn, bi balafirên şer mirovên Kurd ê sivîl dike hedef. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina  Gel bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn êrîşê dibe ser mirovên sivîl yên Başûrê Kurdistanê, ji ber referandûmê gefê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dixwe û dibêje, ‘heke hûn biya min nekin ez ê wiha li we bixim’ û ji bo vê mesajê bide mirovên Kurd ên sivîl dikuje.

Daxuyaniya  Fermandariya  Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ya derbarê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser qadên gerîla û mirovên sivîl ên Başûrê Kurdistanê de wiha ye:

BI ZANEBÛN DIKINE HEDEF

Weke ku di daxuyaniyên me yên rojane de jî em didin, dewleta Tirk van rojên dawî êrîşên hewayî yên bi ser qadên ku ji cografyaya Başûrê Kurdistanê têne hesêbê, zêde kirine. Van 2 rojên dawî balafirên şer ên Tirk ne tenê qadên gerîla, qadên ku jiyana sivîl lê heye, mirovên sivîl tim lê dimînin, masiyan digirin û li bax, baxçeyên xwe dixebitin, bi zanebûn dikine hedef. Di encama vê de 10 mirovên me yên welatparêz şehîd bûne.

GEFÊ LI HIKÛMETA BAŞÛR DIXWIN

Dewleta Tirk ji ber referandûmê ji bo ku gefê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bixwe û wê peyama, ‘’heke hûn guh nedin min ez ê wiha bikm’ bide, bi vî rengî mirovên me yên sivîl kuştine.

GERÎLA LI DIJÎ HER ÊRÎŞÊ WÊ GEL BIPARÊZE

Divê her kes wiha bizanibe, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî ti êrîşa mêtingeriya Tirk a bi ser gelê Kurdistanê de û li dijî yek êrîşa ku wê bike wê bêdeng nemîne, wê gelê me û destkeftiyên wê biparêze, ji êrîşkaran wê hesabê hewce bipirse, xwîna mirovên me yên welatparêz wê li erdê nemîne.

SERÊ GELÊ KURD SAX BE

Em êrîşa bi ser gelê me de ya li ser kar û barê xwe, ya bi mebesta ku armancên xwe yên gemarî pêk bînin û bi zanebûn bi rêbazên dijî mirovane dikin bi tundî şermezar dikin; em sersaxiyê didine malbatên mirovên me yên welatparêz ku di vê êrîşa nemerdî de jiyana xwe ji dest dane, serê hemû gelê me yê Şêladizê û gelê Başûrê Kurdistanê sax be.