Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê Hozan Mizgîn bi bîr anî

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi wesîleya salvegera şehadeta wê şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anî.

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi wesîleya salvegera şehadeta wê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hozan Mizgîn huner bi heqîqet, jîyana xwe jî bi hunerê re watedar kir. Heval Mizgîn li hember hemî astengîyan, têkoşînek bêhempa da meşandin. Di dema çirûska azadîyê nû diteyîsî, erkê sereke girt li ser milê xwe û jîyanek tîjî têkoşîn û berxwedanî da avakirin. Mirov di muzîka Mizgîne de jî dibîne di dem û temenek kurt de têkoşîn û jîyanek bi wate hatiye jiyîn. Ji ber vê ye ku civaka me Gûrbet Aydin weke hozanvanê xwe Mizgîn di dilê xwe de cih kir.

Bi awaz û muzîka xwe coşa şoreşê û hestên netewî gihand lûtkeya herî bilind. Di heman demê de mirov dikare bibêje ku Hozan Mizgîn di şexsê xwe de temsîlîyeta muzîka Kurdî û xeta berxwedanî a jina azad dike. Di şehadeta heval de jî ev ruhê berxwedanî û jina azad bi awayek zelal tê dîtin. Ji bo ku heval nekeve destê dijmin, ji ber ku vê yekê weke bingeftin û teslîmîyet dibine, bi slogana bijî Rêber Apo xwe di dilê dijmin de diteqîne.

Kesayetên şoreşger, hunermenditî, fermandaryê û fedakarîyê dixwaze. Heval Mizgîn jî xwedî kesayetek şoreşger , hunermend û fermandar bû. Di destpêka şoreşa azadîyê de bû dengê şehîdan, bû dengê kedê, bû rengê berxwedanê, bû dengê civaka Kurdistanê û hunera Kurdî. Di demên herî dijwar de bû zimanê serhildanê, bû navenda hunerê, bû hestê civaka Kurd û muzîka şoreşê.

Em Navenda Çand û Hunera Şengalê di 28’emîn salvegera şehadeta rêhevala hunermend, Hozan Mizgîn û bi minasebeta vê rojê hemû şehîdên TEV-ÇAND’ê şoreşê bi bîr tînin.

Dîsa bi boneya 11’ê Gulanê em hemû nemirên hunerê ên weke Biroyê Şerqî, Şêxmûs û Eydoyê Kutî bi bîr tînin.”