Navê sivîlên li Kortekê hatin kuştin eşkere bû

Ji ber bomberdûmana balafirên artêşa Tirk a dagirker li qada Kortekê ya Qendîlê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn. Nasnameyên qurbaniyên êrîşê eşkere bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êvara Pêncşemê bombe li sivîlên li Kortekê barandin û 3 sivîl kuştin 5 jî birîndar kirin.

Êrîş li dijî du wesayitên sivîl hatin kirin ku zarok jî tê de bûn.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Abdulla Alî Mîne (53), Kurdistan Abdula (30) û Heryad Abdula (19)

Ji birîndaran navê çar kesan wiha ne: Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula, Rabî Mihemed (Dayika kesên hatin kuştin)

Balafirên şer ên artêşa Tirk 21'ê Tebaxa 2011'an jî bombe li wesayiteke sivîlan a li qada Kortekê barandibû û yek jê pitik, du jê zarok, yek jê jin heft kes ji malbatekê kuştibûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan Solîn a heyşt mehî bû.

Balafirên şer ên Tirk herî dawî 26'ê Hezîranê bombe li qada Goşîne ya herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin û sivîlek qetil kirin sê sivîl jî birîndar kirin.