NAV-YEK: Em azadiya Rêber Apo û azadiya civaka Êzîdî weke hev dibînin

Navenda Yekîtiya Komalên Êzîdî (NAV-YEK), têkildarî Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew koploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin.

NAV-YEK’ê di salvegra 18. Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê de, ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî da û got, ew azadiya Ocalan û civaka Êzîdî weke hev dibînin.

NAV-YEK’ê diyar kir ku Bi rasthatina komploya 15’ê Sibatê re ku gelê Kurd weke roja reş bi nav dikin, vê komploya navdewletî bi tundî şermezar dikin.

Di daxuyaniya NAV-YEK’ê de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 18 salan bi komployeke navdewletî radestî dewleta Tirk hat kirin. Hat diyarkirin ku ev komploya navdewletî di şexsê Rêber Apo de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn bû.

NAV-YEK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Dewletên serdest bi vê komployê xwest pêşî li azadiya gelan û nasnameyên olî bigre û ji bo berjwendiyên xwe sîstemên heyî dewam bikin. Lê belê têkoşîna gelê Kurd û Rêber Apo, ev planên navdewletî pûç kir. Bi taybet li Rojava îradeya gelan derket pêş û demokrasiyeke ku herkes nasname xwe tê de dibîne, saz bû. Li Ṣengal pêṣî li qirkirina civaka Êzîdiya hate girtin. Li bakurê Kurdistanê, tevî hemû bedelên giranbuha jî, berxwedaneke dîrokî berdewam dike."

‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA CIVAKA ÊZIDÎ YE’

Navenda Yekîtiya Komalên Êzîdî (NAV-YEK), bal kişand ser rewşa Ocalan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 18 e sal in ji bo aṣtiyeke mayinde pêk were gelek hewldanê bê hempa bipêṣ xist, lê dewleta AKP’ê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hê girantir kir, di siyaseta xapandin, înkar û tunekirinê de israr kir û îro jî bi hemû hêza xwe şerekî qirêj û hovanê li ser gelê me dimeṣîne.

Herkes dizane ku aştî û aramiya li Tirkiyeyê bi lihevhatina gelê Kurd û Tirk gengaz e. Lihevhatin jî bi pejirandina mafên gelê Kurd û azadiya wan dikare pêk were. Gelê Kurd jî azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînin.Weke Navenda Yekîtîya Komelên Êzîdiyan em jî azadiya Rêber Apo azadiya civaka Êzîdiya dibînin û vê yekê weke şertên aştiyê dibînin.”

BANG

NAV-YEK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jiyanekî birûmet di serî de bang li civaka Êzidî û gelê Kurd kir ku bi ruhê berxwedana dîrokî li kû dibin bila bibin, bila cihê xwe di nava refên serhildan, berxwedan û têkoşînê de bigirin.