Nasnameyên 10 gerîlayên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin

Komîteya PKK’ê ya Malbatên Şehîdan û Hevgirtinê agahiyên nasnameyê ya 10 gerîlayên ku di demekên cuda de jiyana xwe ji dest dane ragihand.

Komîteya PKK’ê ya Malbatên Şehîdan têkildarî jiyana gerîla agahî da û sersaxî da malbatan û gelê Kurdistanê.

Daxuyaniya ku ji hêla Komîteyê ve hatî dayin wiha ye:

Teqez e ku pêvajoya tije berxwedana a ku em ber bi azadiya Kurdistanê ve diçin wê  bi ser firaziyê were tacîdarkirin. Rojên bi têkoşîn û berxwedanê tije bûye ku em ê pê bigihin welatê azad û Rêbertiya azad, alava wê ya ku her kêlî zêdetir gur dibe, rastiyek e ku wê tiştekî mezin bi dest me ve û wan gelan ve bîne ku dixwaizn bi biratî bijîn. Bi berpirsyariya manewî ya şehîdên me yên pîroz û bi hişmendiya dilsozbûnê em bi wê sondê wan slav dikin ku em ê bibin peyrevê têkoşîna jiyana rûmetdar û azad. Em sond dixwin ku her demê bi sonda ku ‘’Teqez em ê bi ser bikevin’ em ê li bîranîna wan xwedî derkevin, em ê armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin û em ê Kurdistana Azad û Mirovahiya Azad pêk bînin. Em hemû gelê xwe Rêber Apo û şehîdan bêyî ku yek kêliyê ji bîr bikin, em bi giraniya manewî û berpirsyariya hişmendiyê slav dikin.

Şehîdên me ku mîsogeriya azadî û jiyana birûmet in, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi lehengî li ber xwe dan û bi rengekî dastanî şehîd bûne. Jİ hêla hemû dinyayê ve tê dîtin ku şehîdên me yên ku xwedî helwesta bêhempa ne, temînata jiyana Kurdistanê û jiyana azad û rûmetdar a mirovahiyê ne û PKK her roja ku diçe zêdetir bi ser dikeve. Hevrêyên me yên şehîd ên leheng ku bi hişmendiya giyanê milîtan ên Apoyî têkoşiyane, eşq û dilsoziya bi azadiyê bi baweriya bi serfiraziyê ji bo siberojê veguhazstine û bûne temînata Rêbertiya Azad û Kurdistana azad.

Li dijî her cure êrîşan ku dijmin bi rengên cuda di serî de bi ser tevgera me, bi ser şehîdên me yên leheng û dostên me de serê welatparêz, gelê me yê ku li ber xwe dide, malbat û bi taybetî jî serê dayikên me, hemû nasên şehîdên me sax be.

Agahiyên nasnameyê yên gerîla wiha ne:

Navê Kod: Reber
Nav û Paşnav: Giyasettîn SOYAL
Cihê Bûyinê: Şirnex
Navê Dê û Bav: Halîm- Halîl
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Bêşebabê

***

Navê Kod: Renas
Nav û Paşnav: Suleyman ÇAGER

Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Sultan -Mahmut
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Zap / 1995

***

Navê Kod: Reber
Nav û Paşnav: Bozan ŞAHÎN
Cihê Bûyinê: Pirsûs/Riha
Navê Dê û Bav: Emîne-  Hamza
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Şirnex / 15.05.1999

***

Navê Kod: Xemgîn Şavaş
Nav û Paşnav: Ahmet ALÎZADE
Cihê Bûyinê: Rojhilat
Navê Dê û Bav: Hanîfe- Muhayettîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Wan / 06.06.1999

***

Navê Kod: Rızgar
Nav û Paşnav: Beşar HASANZADE
Cihê Bûyinê: Rojhilat
Navê Dê û Bav: Sidika- Nasrettîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Metîna / 09.11.1999

***

Navê Kod: Ferhat
Nav û Paşnav: Erdal DEMÎRTAŞ
Cihê Bûyinê: Amed
Navê Dê û Bav: Emîne-Mehmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Amed / 1998

***

Navê Kod: Dilşa Wan
Nav û Paşnav: Aysel ASLAN
Cihê Bûyinê: WAN
Navê Dê û Bav: Hacer-Amber
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Xakurkê / 1997

***

Navê Kod: BerfÎn
Nav û Paşnav: Aysun DEMÎREL
Cihê Bûyinê: Dêrsim
Navê Dê û Bav: Kezîbe - Mehmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Dêrsim / 24.11.1992

***

Navê Kod: Âdem Şervan
Nav û Paşnav: M. Emîn KILIÇ
Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Feyruz- Mahmut
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Gabar / 1996

***

Navê Kod: Hakkî
Nav û Paşnav: Dervîş AY
Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Sulat- Mehmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: Mêrdîn / 1994