Nasnameya şervanekî ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû hate eşkerekirin

Fermandariya YBŞ’ê, bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şervanê bi navê Ferhat Çuva (Neçîrvan Akbal) ê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 21’ê Adarê de birîndar bibû, 23’ê Adarê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir

Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:

"Çeteyên DAIŞ’ê şeva 21’ê Adarê êrişî gundên Sikêniyê û Halaya kirin, şervanên YBŞ/YJŞ’ê jî bersiv daye. Êrişa çeteyan hatiye şikandin û di şerê li derdora gundê Tewra û sêgoşeya Şîlo qewimîn de, şervanê YBŞ’ê Ferhat Çuva jî berxwedanek mezin nîşan daye û heta guleya xwe ya dawî bi çeteyan re şer kiriye.

Ferhat Çuva di vê berxwedanê de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Lê tevî hemû hewldanan jî di 23’ê Adarê de di encama rijîna xwînê ya li ser mejî jiyana xwe ji dest da.

Di serî de ji malbata Çuva û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, soza şopandin rêya wan û pêkanîna xeyalê wan didin.”

Nasnameya şervanê jiyana xwe ji dest dabû wiha ye:

Nav û Paşnav: Neçîrvan Akbal

Nasnav: Ferhat Çuva

Cîh û Dîroka Jidayîkbûnê: Nisêbîn / 1.11.1992

Navê Dayîk: Tenzîre

Navê Bav: Mehmet

Dîroka Tevlîbûnê: 2014

Dîroka şehadetê: Şengal /23'ê Adar a 2017'an