Nasnameya şervaneke YPJ’ê hate eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya bi navê Rojbîn Arîn ku jiyana xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnamya şervana YPJ’ê Rojbîn Arîn ku di nava refên YPJ’ê de heta kêliya dawî têkoşîn kir û jiyanan xwe ji dest da eşkere kir. 

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Di nav 5 salan de ji bo azadiyê her roj ev şoreş berdêlên mezin dide. Her rojek şoreşê bi serê xwe berxwedanek bi nirx e. Jina têkoşer ronî da şoreşê û azadiya gel misoger kir. Li ser şopa Silava heta Rêvan û Arînan berxwedana jinê tevahî cîhan hejand. Ew hêzên tarî li ber vîna wan têk çûn.

Îro em nasnama hevalek pakrewan radigihînin.Heval Rojbîn di nav Yekîneyên Parastina Jinê de cihê xwe digirt û ji bo jiyaneke rûmet di her kêliyê têkoşiya û heta kêliya dawî li ber xwe da û bi serfirazî gihişt şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji malbata şehîd Rojbîn û hemû gelê Kurd re, sersaxiyê dixwazin.”

Nasnama şervana YPJ’ê ya jiyana xwe ji dest dayî wiha ye: 

Nasnav: Rojbîn Arîn
Nav û Paşnav: Mervenur Tangüner
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayîkê: Menîce
Navê Bav: Davût
Cih û Dîroka Şehadetê: Rojavayê Firatê / 07-02-2017