Nasnameya gerîlayekî di sala 2002'an de jiyana xwe ji dest da

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ragihand, Farûk Bozkûrt bi nasnav Nasir Karayazi yê ji Qereyazî ya Erzîromê, di sala 2002'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê di daxuyaniyê de got, "Em bi şehadeta hevalê Nasir gelekî êşiyan e, êşa we parve dikin û ji gelê me û we re sersaxiyê dixwazin. Ji ber rewşa dijwar a têkoşînê, ev name bi derengî digihêje destê we. Em hêvîdar in, hûn ê vê rewşê fêhm bikin.

Hevalê Nasir, bi bawerî, wêrekî û fedakariyeke gelekî mezin tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bû, bi ked û hewldanên xwe yên berfireh re li dijî dijminê mêtînger bi lehengî şer kir û gelek nirxên mezin afirand. Ji ber vê yekê, şehadeta hevalê Nasir ji bo têkoşîna me windahiyeke mezin e. Lewma vê şehadetê em gelekî êşandiye.

Partiya me, bi pêşengiya Rêber Apo weke partiyeke şehîdan ava bû, bi vî rengî mezin bû, heta roja îro hat û ji bo azadiya gelê me derketiyên mezin afirand. Şehadeta her hevrêyeke/î me, ji bo me windahî û êşeke mezin e. Lê di heman demê de weke nirxên bingehîn, ku têkoşîna me bi pêş ve dibin û gelê me azad dike, em gihandiye roja îro. Ji ber vê yekê, her şehadet kîn û hêrsa me ya li dijî dijmin zêdetir dike, îdîa, biryardarî û têkoşîna me ya azadiyê jî mezintir dike. Em bawer in, hûn malbata me ya hêja; hûn ê erka û wezîfeya xwe bi xurtî bi cih bînin û hewl bidin bersiva herî xurt ji şehadet, têkoşîn û hesreta hevalê Nasir re bidin. Em careke din dibêjin; serê we û gelê me sax be."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî ye: 

Nasnav: Nasir Karayazi
Nav paşnav. Farûk Bozkûrt
Dem û cihê jidayikbûnê: 1964 Erzîrom-Qereyazi, gundê Dort Pinar
Navê dayikê: Cîhan
Navê bav: Şahabettîn
Dem û cihê şehadetê: 2002 - Herêmên Parastinê yên Medyayê - Qendîl

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, wê ji bo Nasir Karayazi roja 19'ê Sibatê saet di 13:00 de li Im Schlenkert 13, 65549 Limburg'ê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin û banga tevlîbûneke girseyî ji bo vê bîranînê hat kirin.