Nasnameya gerîlayê li Avaşînê bi çeka kîmyewî şehîd ket, hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya gerîlayê ku 7'ê Tîrmehê li herêma Avaşînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyewî û jehrî şehîd hate xistin, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayê ku şehîd bû, ev agahî parve kir:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîrokê nîşan dan û di dîroka azadiyê ya gelan de rûpelekî nû vekirin. Hem li tunelên şer hem jî bi şêweyê tîmên bi tevger bi taktîka şer a nûjen li herêma Avaşînê derbên herî giran li dewleta Tirk a mêtinger dixin. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare li ber gerîlayên me yên azadiyê bisekine, ji bo karibe rewşê berevajî bike kiryarên li derveyî mirovahiyê û derfetên teknîkê bi rengekî bêsînor bi kar tîne. Tevî vê yekê gerîlayên Kurdistanê bi derfetên kêm li ser xeta serketinê têdikoşin. Têkneçûn û xurtbûna îradeya Apoyî bi pratîka xwe ya şer careke din nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku di vê pêvajoya berxwedanê de li ber şikestinê ye, li dijî gerîlayên me her roj gazên bi jehr û kîmyewî bi kar tîne, bi dehan caran qadên berxwedanê bombe kiriye. Di encama êrişa bi gazên kîmyewî û bi jehr de hevrêyê me Baz 7'ê Tîrmehê şehîd bû. Ji roja destpêkê ya êrişên dagirkeriyê û vir ve cihê xwe li refên herî pêş girt û bû yek ji pêşengên Berxwedana Girê Sor ku derbên giran li dagirkeran xist. Milîtanê me yê Apoyî yê nemir hevrêyê me Baz weke yek ji pêşengên ala serketinê hildide, wê di dîroka bi rûmet a gelê me de her tim bi hurmeteke mezin bê bîranîn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz wiha ne:

Nasnav: Baz Gever
Nav paşnav: Firat Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Ferman-Kerem
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Avaşîn

Hevrêyê me Baz li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku ev herêma me bi welatparêzî û berxwedêriya xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de her tim li pêş e û bi sedan ewladên xwe yên leheng ji bo Kurdistana Azad feda kiriye. Berxwedana dîrokî ya partiya me PKK'ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û rastiya gel û welatê ku bi vê xetê hatiye afirandin, bandoreke mezin li tevahiya ciwanên Kurd kiriye. Ciwanên Kurdistanê ku rêya jiyana azad li çiyayên Kurdistanê dibînin, ref bi ref tevlî nava gerîla dibin û dibin parêzvanên nirxên hatine afirandin. Hevrêyê me Baz jî weke ciwanekî Kurd bi bandora vê rastiyê ji bo bibe parçeryek ji kevneşopiya berxwedanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Baz demeke kurt piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li dijî êrişên derveyî mirovahiyê yên faşîzma DAÎŞ'ê yên li Rojava û Şengalê li dijî gelê me dihate kirin, tevlî komên destpêkê yên têkoşerên li van herêman bû û li dijî vê rêxistiniya ku li dijî mirovahiyê metirsiyeke mezin e, şer kir. Hevrêyê me Baz di nava şer de hînî gerîlatiyê bû, bi vî rengî bi pêş ket û bi taybetmendiya xwe ya fedakar û wêrek bû milîtanekî Apoyî yê mînak ji hevrêyên xwe re. Bi saya wêrekî û sekna xwe ya bêtawîz a di şer de, di serketina dijî faşîzma DAÎŞ'ê de bû xwedî pareke girîng. Di vê pêvajoya şer de tevî ku du caran birîndar bû, ji daxwaz û biryardariya têkoşînê bi kêliyekê jî tawîz neda, bi vê taybetmendiya xwe li ser xeta fedayî meşiya. Piştî ku Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin sala 2018'an ji nû ve vegeriya çiyayên Kurdistanê yên azad û vê carê têkoşîna xwe ya şoreşê li qada Avaşînê dewam kir ku ev qad bûye ruh ji stran û helbestên bi hevrêtiyê û kedê re. Hevrêyê me Baz di demeke kurt de hînî qada Avaşînê bû û bi vê qadê re bû yek. Hezkirin û dilsoziya xwe ya bi Avaşînê re bi çalakiyên gerîla yên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan da. Bi taybetî di navbera salên 2019-2020'î de tevlî gelek çalakiyan bû ku gerîla bi van çalakiyên xwe artêşa Tirk tewişand. Tecrûbe û danheviya leşkerî ya ku di van çalakiyan de bi dest xist, bi hevrêyên xwe re parve kir û alîkarî da pêşketina hevrêyên xwe. Bi hevrêtiya xwe ya ji samîmî û dilnizm, kete dilê hevrêyên xwe hemûyan. Li dijî êrişên artêşa Tirk a qirker ên li ser herêma Avaşînê li refên pêş cih girt û pêşengî ji gelek çalakiyan re kir ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Di afirandina berxwedana Werxelê û Girê Sor de ku bi kedeke bêhempa hînê dewam dike, berpirsyarî û wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe û ev wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî.

Di serxistina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de hevrêyê me Baz bû yek ji şehîdên me yên leheng ku bi fedakarî û wêrekiya bêhempa berxwedaneke mezin nîşan dan û bûn xwediyê nirxên ku hatine afirandin. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Baz em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan a ji bo Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad pêk bînin."