Nasnameya 6 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin
YPG’ê, nasnameya 6 şervanên Xezeba Firatê yên li gundên Elhecad û Kas Icêlê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
YPG’ê, nasnameya 6 şervanên Xezeba Firatê yên li gundên Elhecad û Kas Icêlê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên ku di dîroka 16,18 û 20’an a Pêngava Xezeba Firatê yên li gundê Elhecad û Kas Icêlê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rol û beşdarbûna xwe wek hêzên sereke di nav şoreşa Rojava-Bakûrê Sûriyeyê de pêk anîn û bajar, bajarok, gund û cihên stratejîk mîna Hol, Şedadê, Bendava Tişrîn, Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê rizgarkirin.
YPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
“Di 5'ê Mijdara 2016'an de Hêzên Sûriya Demoqratîk operasyona rizgarkirina paytexta DAIŞ'ê bajarê Reqayê bi navê Pêngava ''Xezeba Firatê'' dan destpêkirin. Di vê pêngavê de ku heta îro berdewam e, bejahiyek berfireh ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin û herî dawî derbaskirine bajarê Tebqa. Piştî rizgarkirina van herêman jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe domandin û di encamê de gelek şerên dijwar rû dan. Di 16,18 û 20’ê Adarê de jî çeteyên DAIŞ’ê li gundê Elhecac û Kas Icêl êrîşên berfireh lidarxistin û di encamê de gelek şerên dijwar rû dan û piştî şerên dijwar êrîşê wan hatin têkbirin. Di van şerên dijwar de 6 şervanên me yên ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan de rolek sereke girtin ser milên xwe bi lehengî şer dikirin, gihiştin şehadetê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em di kesayeta van şervan û hemû pakrawanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Xebat û xwîna şehîdan ti carî vala nebûye, soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û em ê tekoşîn bikin ku layîqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.
Nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Cesûr Hesekê
Nav û Paşnav: Ebdulrehman Misêweh
Navê Dayikê: Şemsa
Navê Bav: Xalid
Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Elhecac /Reqa- 16’ê Adara 2017
***
Nasnav: Demhat Hesekê
Nav û Paşnav: Silêman Seydo
Navê Dayikê: Şêxa
Navê Bav: Mihemed Elî
Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kas Icêl /Reqa-20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Îzêl Çiya
Nav û Paşnav: Xesan Ekîz
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Letîf
Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kas Icêl /Reqa-20’ê Adara 2017
***
Nasnav: Resûl Hesekê
Nav û Paşnav: Macid Xelîl
Navê Dayikê: Sûat
Navê Bav: Yûsif
Cihê Jidayîkbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Elhecac /Reqa- 16’ê Adara 2017
***
Nasnav: Şêngal Hesekê
Nav û Paşnav: Emir Dendûş
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Emîn
Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kas Icêl /Reqa-18’ê Adara 2017
***
Nasnav: Welat Yilmaz
Nav û Paşnav: Eyser Kalo
Navê Dayikê: Şukriye
Navê Bav: Silêman
Cihê Jidayîkbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kas Icêl /Reqa-18’ê Adara 2017