Nasnameya 6 gerîlayên li Cûdî şehîd bûn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Cûdî ya Şirnexê 18'ê Hezîranê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li herêma Cûdî ya Şirnexê 18'ê Hezîranê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin: "18'ê Hezîrana 2018'an, li mintiqeya Nava Nêr a qada Gundikê Remo yê Çiyayê Cûdî yê Şirnexê, di dem aoperasyona artêşa TC a dagirker de ku bi desteka hewayî dikir, şer derket. Şer tevahiya rojê dewam kir û bi berxwedana hêza me ya gerîla derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên dagirker ku gelek kuştiyên xwe çêbû, ji bo encamê bigirin bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin. Di şer de 6 hevalên me yên bi lehengî û fedayî şer kirin, şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Diyar Babat |
Nasnav: Harûn Cîzre |
Nasnav: Jêhat Rojhilat |
Nasnav: Şahan Çatak |
Nasnav: Têkoşer Dijwar |
Nasnav: Tolhildan Jiyan |