Nasnameya 6 gerîlayên ku li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku di şerê meha Nîsanê ya li gel artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 6 gerîlayên ku li Mêrdînê di encama şerê navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerê Tirk de derketibû jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Hevrêyên me Aslan, Baz, Cigerxwîn, Hakî, Kenan û Siyabed yên ku beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne û ber bi jiyana azad ve gav avêtine, li dijî dîktatoriya faşîst a ku koletiyê li ser gelê me dide ferzkirin û hebûna me tune dihesibîne têkoşîna xwe domandine. Hevrêyên me yên li dijî êrîşên bê eman ên faşîst ku li ser gelê Kurd û pêşengên wê dide meşandin li Bakurê Kurdistanê bi rûmeta xwe û baweriya bi azadiyê têkoşîn kirin, di operasyonên meha Nîsanê ya ku artêşa Tirk dabû destpêkirin de bi qehremanî şerkirin û gehiştin şehadetê.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Aslan Serhat

Nav û Paşnav: Erhan Taş

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik-Bav: Kitan - Erol

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ Nîsana 2017

***

Nasnav: Baz Koçer

Nav û Paşnav: Hakki Caymak

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik-Bav: Halîme - Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ Nîsana 2017

***

Nasnav: Cigerxwin Mêrdîn

Nav û Paşnav: Ramazan Ektiren

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik-Bav: Rûkiye - Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ Nîsana 2017

***

Nasnav: Hakî Turcel

Nav û Paşnav: Abdulvahap Çerî

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik-Bav: Nûran - Mahmût

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ Nîsana 2017

***

Nasnav: Kenan Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Şahap Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Sûltan - Denîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ Nîsana 2017

***

Nasnav: Siyabend Dijwar

Nav û Paşnav: Mehmet Ûral

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik-Bav: Rahîme - Huseyîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Mêrdîn/ Nîsana 2017