Nasnameya 5 şervanên Xezeba Firatê hate eşkerekirin

YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên ku li gundê Merzîla di berxwedana Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşerke kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên ku Pêngava Xezeba Firat di 12’ê Nîsanê li gundê Merzîlayê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navendê diyar kir ku ji 21’ê Adarê û vir ve, Pêngava Xezeba Firat’ê ya ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê û bendava Firat’ê di pêngavek nû de berdewam dike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji gelek pêkhateyên cûr be cûr pêk tên, pêşveçûnên xwe didomînin. Heta niha qadek gelek berfireh û gelek gund û gundik ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û derbên pir giran li çeteyan hatin xistin. Di vê qadê de çeteyên DAIŞ’ê bandor û hêza xwe wenda kirin û li hember pêşveçûnên şervanan nekarîn xwe bigirin.

Di dewama daxuyaniyê de YPG’ê ev agahî da:

“Li ser vê esasê Operasyon derbasî merhaleya 4’mîn bû ku ev pêngav bi armanca rizgarkirina bejahiya bakurê Reqa û geliyê Celeb hate hedefkirin. Di vê tevgerê de jî 5 şervanên me di encama şerê dijwar de gihîştin şehadetê. Bêguman ev hêz û destkeftiyên bêhempa bi saya ked û xwîna wan şehîdan çêbûye.

Em weke YPG û YPJ şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Sonda serxistina armanca wan a ji bo wê canê xwe feda kirin didin. Di serî de ji malbatên wan û ji tevahî gelên xwe re sersaxiyê dixwazin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bedran Stêrk

Nav û Paşnav: Ramazan Aslan

Navê Dayikê: Fadîme

Navê Bav: Yûsûf

Cih û Dîroka Şehadetê: Merzîla /Reqa-12 Nîsan 2017

 ***

Nasnav: Çekdar Êlih

Nav û Paşnav: Mahsûm Dag

Navê Dayikê: Yildiz

Navê Bav: Cemîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Merzîla /Reqa-12 Nîsan 2017

 ***

Nasnav: Dijwar Baran

Nav û Paşnav: Seyîd Riza Kuday

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Ebdulqadir

Cih û Dîroka Şehadetê: Merzîla /Reqa-12 Nîsan 2017

 ***

Nasnav: Fîraz Xançepek

Nav û Paşnav: Ferhat Kaan

Navê Dayikê: Selime

Navê Bav: Ramazan

Cih û Dîroka Şehadetê: Merzîla /Reqa-12 Nîsan 2017

***

Nasnav: Hemze Gabar

Nav û Paşnav: Nureddîn Guler

Navê Dayikê: Reqiya

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: Merzîla /Reqa-12 Nîsan 2017