Nasnameya 5 gerîlayên li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên di şerê Îlona 2016'an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên di şerê Îlona 2016'an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 5 gerîlayên di Îlona 2016'an de li Colemêrgê di şerê dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalên me Çekdar (Ramazan Bagana) ê ji Şirnexê, Destîna (Emîne Akdenîz) a ji Şirnexê, Nûman (Mehmet Aslan) ê ji Amedê, Nûrhak (Vedat Tûran) ê ji Mêrdînê û Zerdeşt (Suleyman Demîr) ê ji Êlihê, yên di meha Îlonê de li sînorê Çelê yê Colemêrgê di şer de şehîd bûn, bi şerkeriya xwe ya mezin pêşî li dijmin girtin."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Wan bêteredût canê xwe feda kirin û li ser şopa lehengên ku digotin 'bi berxwedana me serbilind bin' şehîd bûn."