Nasnameya 5 gerîlayên jin ku li Dersimê şehîd bûne hate ragihandin

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jin ku li Dersimê 8'ê Hezîranê şehîd bûne ragihand, sersaxî da malbatê û gelê Kurdistanê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên nasnameyê ya 5 gerîlayên jin ku li Dersimê şehîd bûne ragihand.

HPG'ê di daxuyaniyê de wiha got:
''Di daxuyaniya xwe de ya 13'ê Hezîranê me bi raya giştî re pavekiribû ku 8'ê Hezîranê li qadên Mêrga Çepra û Mêrganê ya Dersimê navendê, dema ku artêşa TC'ê ya dagirker operasyon dabû destpêkirin, di şer de hevalên me Dîcle (Canan Çelîk), Berfîn (Mihrîban Durmaz), Havîn (Ceyda Sarikaya), Kînem (Halîde Karakûş) û Nûda (Fatma Ozgun) şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Dîcle Amed

Nav û Paşnav: Canan Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Latiîe - Husnu

Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an

***

Nasnav: Berfîn Ararat

Nav û Paşnav: Mîhrîban Durmaz

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Zarîfe – Mehmet Faîk

Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an

*** 

Nasnav: Havîn Tekoşîn

Nav û Paşnav: Ceyda Sarikaya

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik - Bav: Songul - Sabahattîn

Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an

***             

Nasnav: Kînem Amed

Nav û Paşnav: Halîde Karakûş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Şanzîme - Mîkaîl

Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an

***

   

Nasnav: Nûda Herekol

Nav û Paşnav: Fatma Ozgun

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdin

Navê Dayik - Bav: Nerîman – Namik

Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an


Bi vê çarçoweyê di nav xebatên ciwan û civakî de xwe pêş dixe. Bi vê tecrûbeyê sala 2004'an gava pêşî davêje çiyayên Kurdistanê û bi aktivî dikev naf refên gerîla de. Hevrê Dîcle ku pir ketiyê gelê xwe, şehîdan û nirxên çanî ye, bi salan li eniya pêş a şer mohra xwe li gelek serkeftinan datîne.

Hevala me Dîcle ku 1983'an li Farqîn a Amedê li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî, hê bi ciwanî faşîzma dewleta TC'ê ya li Kurdistanê dibîne.  Hevrê Dîcle ku salên ciwaniyê li metropolên Tirkiyê dibîne ku zext û mêtingeriyeke çawa li ser Kurdan dikin, bi hişmendiya welatparêzî û hezkirina li welêt dest bi têkoşînê dike.

.
Ji Qadên Parastinê yên Medyayê heta Botanê, ji Botanê heta bi Dersimê li gelek deverên Kurdistanê dibe fermandareke aktîf a gerîla. Hevrê Dîcle hemû berpirsyarî û peywirên ku ketine ser bi bi çanda şoreşger a kûr rê ve biriye û bi rengekî srkeftî peywira xwe temam kiriye.

Hevalên me Berfîn, Havîn, Kînem û Nûda hê bi ciwanî tevlî nav refên azadiyê bûne û di demeke kurt de bûne milîtanên pêşketî. 4 hevalên me ku di nav şertên dijwar de kedeke mezin dane, li dijî êrîşên faşîst ên dewleta TC'ê ya faşîst bi rengekî fedaî li ber xwe dane û bûne hevrêyên me yên mînak.
Hevrêyên me ku di demeke kin de di xeta gerîlayên modern ên sedsala 21'ê de xwe pêş ve birin û peywirên ku bi vê çarçoweyê dane ser milê xwe bi rengekî serkeftî bi cih anîne,  wê her demê mîna milîtanên dilêr ên Dersimê werin bibîranîn û ji bo me hevrêyên mayî bibin ronkahî.

Bi vê çarçoweyê em sond dixwin ku alaya azadiyê ku hevrêyên me Dîcle, Berfîn, Havîn, Kînem û Nûda hildane û tevlî nav karwanê şehîdan bûne bi serfiraziyê tacîdar bikin, sersaxiyê didine malbatên wan ên hêja yên welatparêz û gelê Kurdistanê ku ew di hembêza xwe de mezin kirine.''