Nasnameya 3 şervanên Pêngava Xezeba Firatê hatin eşkerekirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê yên li cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

 Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên ku di dîrokên 15,18 û 19’ê Adarê Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

YPG’ê diyar kir ku pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê di qonaxa sêyem de bi hemû hêza xwe dewam dike. Şervanên YPG û YPJ di nav de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji sê aliyên bakur, rojhilat û rojava dorpêça li ser bajar roj bi roj tengtir dikin û hilma çeteyên DAIŞ’ê li wir asê dihêlin. Di encama çalakî û operasyonên ku di qonaxaq sêyem de pêk hatine, heta niha bi hezaran welatiyên sivîl ji zilm û terora çeteyan hatine rizgarkirin û niha di bin ewlehiya hêzên QSD de, li hêviya rizgarbûna bajarê xwe de ne.

Naveda YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Şervanên QSD’ê pêşveçunên xwe yên bi lez li rojava û rojhilatê Reqayê didomînin. Li başûrêrojavayê Reqa şervanan di çalakiyek taybet de derbasê milê din yê çemê Firatê bûne û nêzî rizgarkirina bendava Tebqa yê ne. Li rojhilatê Reqqayê jî şer û pevçunên dijwar rû didin, di encama çalakiyên rizgarkirina wan herêman de di 15, 18 û 19’ê Adarê de 3 şervanên me gihiştine şehadetê.

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em li vir têkoşîna ku hatiye kirin ji dil û can silav dikin û soz didin ku şopdarê rêya şehîdên azadîxwaz bin, soza me wê rizgarkirina Reqayê û ji nû ve sazkirina wê be, heta roja ku zilm û teror ser vê axê nemîne. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelên Rojava û bakurê Sûriyê re sersaxiyê dixwazin û şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Çekdar Qehreman 

Nav û Paşnav: Mesûd Emawî

Navê Dayikê: Behiye

Navê Bav: Beşar

Cihê Jidayibûnê: Dirbesiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqa- 19’ê Adara 2017 

***

Nasnav: Hogir Til Temir

Nav û Paşnav: Salih Silêman 

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Îsa

Cihê Jidayibûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Kas Îcêl /Reqa-18’ê Adara 2017

***

Nasnav: Şiyar Sefeh

Nav û Paşnav: Macid Koş

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Îsa 

Cihê Jidayibûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kerama /Reqqa-15’ê Adara 2017