Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Nasnameya 3 gerîlayên li Qendîl û Heftanînê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 3 gerîlayên ji ber qezayên cuda li Qendîl û Heftanînê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hat gotin, "Têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê, li dijî hêzên mêtînger ji aliyê stratejîk û taktîkî ve şerekî mezin ê berxwedanê afirand. Ev şer di heman demê de, di nava şert û mercên dijwar ên xwezayê de tê meşandin."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Tevgera PKK'ê di rastiya şehîdan de duh, îro û siberoja xwe ji nû ve dafirîne. Em soza xwe ya ji bo siberojeke azad, ku me daye şehîdên xwe, di roja îro de bi meşeke hê birdar didomînin.

Soza herî watedar ku em bidin şehîdên xwe ew e; meşa milîtaniya Apoyî ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin, bi rêbaza herî xurt bidomînin.

Bi vê wesîleyê em hevalên xwe Agît (Hasan Yonden), Sîpan (Nejdet Salhan) û Birûsk (Eray Katkay) ên ji ber qezayên cuda jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û êşa malbatên xwe ya ji ber van qezayan parve dikin.

Hevrêyên Agît, Sîpan û Brûsk li çiyayên Kurdistanê bûn şervanên mezin ji bo siberojên azad bafirînin û hesreta gelê me bi cih bînin. Her sê hevrêyên me bi fedakariyeke mezin bi berpirsyariyên xwe radibûn. Em her sê hevrêyên xwe careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê wezîfeyên wan bi ser bixînin.

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:

Nasnav: Agît
Nav paşnav: Hasan Yonden
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Havahan-Naîf
Dem û cihê şehadetê: Tîrmeha 2016 / Heftanîn

Nasnav: Brûsk Tolhildan
Nav paşnav: Eray Katkay
Cihê ji dayikbûnê: Kocaelî
Dayik-Bav: Meleha-Koçalî
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Çileya 2017 / Qendîl

Nasnav: Sîpan Armanc
Nav paşnav: Nejdet Salhan
Cihê ji dayikbûn: Wan
Dayik-Bav: Sakîne-Nîzamettîn
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tebaxa 2016 / Heftanîn"