Nasnameya 22 welatiyên Başûr ên di keştiyê de xeniqîbûn eşkere bûn
Nasnameya welatiyên Başûrê Kurdistanê yên di 22’yê Îlonê li peravên Koçaeliyê di keştiya noqî avê de bibûn, jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin.
Nasnameya welatiyên Başûrê Kurdistanê yên di 22’yê Îlonê li peravên Koçaeliyê di keştiya noqî avê de bibûn, jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin.
Nasnameya welatiyên Başûrê Kurdistanê yên di 22’yê Îlonê li peravên Koçaeliyê di keştiya noqî avê de bibûn, jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin. Di nava welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku jiyana xwe ji dest dane de, rojnamevan Bangîn Pîrot Nûrî jî heye.
Nasnameya 22 koçberên welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku ji ser Tirkiyeyê re xwestin derbasî Romanyayê bibin ku li navçeya Kandira ya Koçaeliyê di keştiyê noqî avê bibûn de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere bûn.
Li gorî agahiyên Federasyona Penaberan li Herêma Kurdistanê, piraniya welatiyên di keştiya noqî avê bûyî de jiyana xwe ji dest dane ji bajarê Dihok û Silêmaniyê ne.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Şaxê Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Silêmaniyê ve hate kirin, di nava kesên di keştiyê de jiyana xwe ji dest dane rojnamevan Bangîn Pîrot Nûrî jî heye.
Li gorî Federasyona Koçberên Herêma Kurdistanê navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
1- Aysî Berabo Berhamzo
2- Muna Meskan Berkars
3- Salîm Ebdî Reşo
4- Bangîn Pîrot Nurî
5- Lewend Şemal Ezîz
6- Hajir Waso Hesen
7- Alya Brahîm Mihemed
8- Mihemed Brahim Mihemed
9- Ehmed Brahîm Mihemed
10- Yela Brahim Mihemed
11- Nejah Direwş Xelîl
12- Şanaz Sadî Othman
13- Aram Sadî Othman
14- Hendî Othman Edo
15- Leyla Jejo Derwêş
16- Şokhan Ehmed Salih
17- Kardina Kamiran Elî
18- Mihemed Zana Ebdulah
19- Ronak Mistefa Reşîd
20- Alan Ehmed Mihemed
21- Elis Amanc Ezîz
22- Dulbar Ehmed Hama
Di 22’ê Îlonê de li ser Derya Reş a Tirkiyê keştiyek a penaberên Iraqê ku 70 kes têdebûn binav bû. Di keştiyê de penaberên ji Herêma Kurdistanê jî hebûn. Di encamê de 22 kes xeniqîn û 40 kes rizgar bûn û 8 kesên din jî winda ne.