NÛ BÛ

Nasnameya 2 şervanên li Reqayê jiyana xwe ji dest dan hat eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Leşkerî ya Xweparastinê, nasnameya 2 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Leşkerî ya Xweparastinê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di qonaxa 3. a Pêngava Xezaba Firatê de, li gundê Mizêla jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di qonaxa 3. a Pêngava Xezaba Firatê de di bin navê QSD’ê de em li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. 7’ê Sibatê di şerê giran ê gundê Mizêlan de, 2 endamên me yên xwedî mîsyonên girîng heta dawiyê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan."

Nasnameya du şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nav paşnav: Salan Ibrahîm
Navê dayikê: Medîne
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dem û cihê şehadetê: 7 Sibata 2017- Mizêla

Nav paşnav: Ehmed Fewaz Şerabîn
Navê dayikê: Şemse
Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê
Dem û cihê şehadetê: 7 Sibata 2017- Mizêla