Nasnameya 2 gerîlayên ku li Agirî jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê yên 2 gerîlayên ku 17’ê Adarê li Agiriyê jiyana xwe ji dest dabûn ragihand.

Navenda Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyê de got li Eyaleta Serhedê 2 gerîlayan li navçeya Bazidê ya Agirî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Yekîneyeke hêza me ya gerîla ya Eyaleta Serhedê 17’ê Adarê li navçeya Bazid a Agiriyê ji bo peywirekê çûne. Ev yekîneya me ya gerîla ji ber sedema neçariyê çûne mala welatiyekî herêmê. Çeteyên AKP’ê yên ku tespît kirine yekînemeya me ya gerîla li vir in bi ser malê de girtine. Li ser vê jî şer derketiye, 2 hevalên me heta guleya dawî şer kirine û şehîd bûne. Hêzên faşîst ên dewletê ku li ber berxwedana gerîlayên me har bûne, xwediyê malê jî kuştine û mal dane ber agir.”

Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bawer Amargî

Nav û Paşnav: Înanç Ozden

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik -Bav: Hamiyet - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî/ 17 Adar 2017

***

Nasnav : Firaz Zagros

Nav û Paşnav: Emrah Karatay

Cihê Jidayîkbûnê : Agirî

Navê Dayik - Bav: Aynur - Burhan

Cih û Dîroka Şehadetê: Agirî/ 17 Adar 2017