Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan: Qeyûm wê biçin!

Namzetên HDP’yî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gel re dicivin. Gel xwedî li namzetan derdikevin û peyama ‘Em ê qeyûman bişînin’ didin.

Namzetên HDP’yî îro li Wan û Erziromê bi gel re civiyan.

BÊGÎR

Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Okkeş Kawa, namzetên Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan, li avahiya navçeya HDP’ê bi gel re civiyan. Di civînê de li ser kêmaniyên hilbijartina 24’ê Hezîran û ewlekariya hilbijartinê gotûbêj hatin kirin, dîsa bal hate kişandina ser hilbijartina 31’ê Adarê. Bedîa Ozgokçe Ertan jî got: “Heta niha çawa me li hemberî hemû hîleyên hilbijartinê li ber xwe daye, em ê ji niha û şûnde jî li ber xwe bidin.”

ÎPEKYOLÛ

Li navçeya Îpekyolû ya Wanê jî namzetên hevserokatiya navçeyê Azîme Yanca û Şehzade Kurt bi esnafan re civiya. Namzetên HDP’yî Yanca û Kurt ên bi esnavên Sûka Rûs, Sûka Rojhilat û Sûka Binerd re civiya rastî eleqeyek mezin a esnafan hatin. Di civîna li Sûka Rûs de esnafan gotin: “Wê qeyûm biçin, em dixwazin hevşaredarên xwe yên guh didin gel vegerînin.”

Her wiha li Pasaja Rojhilat jî eleqeya jinanên esnaf a ji bo hevserokan bal kişand.

ERZIROM

Li navçeya Qereçoban a Erziromê jî tevî hewaya sar jî namzetên HDP’yî mal bi mal, tax bi tax geriyan û xebatên hilbijartinê bi rê ve birin. Namzetên Hevserokatiyê Remziye Sonmez û Halîl Ogûn serdana malên li taxên Kolamaxsût û Marûfê kirin. Namzetên ku eleqeyek mezin nîşanî wan hate kirin, bal kişandin ser hilbijartina 31’ê Adarê.

MELETÎ

Rêxistina HDP’ê ya Meletî namzetên Hevşaredariyê ya Battalgazî bi daxuyaniyekê hatin eşkere kir. Civîna li avahiya bajar hate kirin li gel rêveberên HDP’ê ya bajar û navçeyan, namzetên hevşaredar û endamên Meclîsa Partiya HDP’ê û gelek kes amade bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Meletiyê Kemal Gedîk ê di civînê de axivî, diyar kir ku wê demokrasiyê di xwecihiyê de ava bikin û got: “Ev bajar wê êdî bi şaredariyên gel bê nasîn.”

Piştî axaftinan û şûnde hate diyarkirin ku namzetên hevşaredariyê ya HDP’ê ya Battalgazî Rûken Bîlgînç û Hûseyîn Kiliç in.