Namzetê HDP’ê: Em ê bibin dengê ciwanan

Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Stenbolê, yê Herêma Sêyan Ridvan Ozturk got partiya wan ciwan e û domand, ‘’Ji bo ku em bibin dengê ciwanan û daxwazên wan vebêjin, ji HDP’ê bûme namzet’’.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) namzetên xwe yên parlamenteriyê dane naskirin. Di nav namzetan de ên herî balkêş ciwan in. Di nav lîsteya HDP’ê de hema hema li her bajarî namzetên ciwan hene, ku ev jî nîşan dide kotaya ciwanan hatiye danîn. Yek ji van namzetên ciwan jî Ridvan Ozturk e, ku li Stenbolê, li Herêma Sêyan namzet e. Em bi Ozturk re axivîn bê ka çima ji HDP’ê xwe danî, me pirsa ciwanan jê kir û her wiha li ser namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivîn.

 ‘HDP DI SIYASETÊ DE BÛYE HILMEKE NÛ’’

Ozturk got ji ber gelek şaredar, parlamenter, endamên Meclîsa Partiyê û xebatkarên HDP’ê hatine girtin wî xwe ji HDP’ê daniye.

Ozturk diyar kir HDP ji dema ku hatiye avakirin hewayeke nû daye siyasetê, jiyan û sirûştê û got, ‘’Ev hilma aştî, dadmendî, wekheviya gelan, pirrengî, jin û ciwanan e.’’ Ozturk li ser armanca xwe jî got, ‘’Ji bo ku ez bibim dengê ciwanan, bibim hilma wan, giyanê wan û daxwazê wan ji HDP’ê min xwe daniye.’’

‘’EM Ê JI BO PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ TÊBIKOŞIN’

Ozturk diyar kir ku ew ê siyaseteke wiha deynin ber xwe ku kuçe û sendoqê bigihînin hev, wê hewl bidin xwe bigihînin hemû ciwanan û got, ‘’Em ê ji bo ku perwerde bibe bê pere, ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bo rêveberiyeke pirreng û demokratîk têbikoşin.’’

‘EM Ê PERGALA ZORDAR BIGUERÎNIN’’

Ozturk diyar kir ku ew hay ji problemên ciwanan hene û behsê kir bê ka ew ê ji bo vê têkoşîneke çawa bidin. Ozturk got, ‘’Problema perwerdehiyê ya ciwanan heye. Em ê perwerdehiya bê pere, zanistî û perwerdehiya bi zimanê dayikê biparêzin. Em ê li ser navê ciwanan biryarê nedin, bi ciwanan re, li gorî perspektîfên ji meclîsên ciwanan derketin biryarê bidin.’’

Ozturk bal kişande ser zext û zordariya li ser ciwanan û got,’’Ji 70 hezarî zêdetir ciwan li girtîgehan in. Bi qasî vê jî ciwan ji welêt koç dikin. Em ê vê pergala zordar biguherînin.’’

‘MECLÎSÊN CIWANAN ÊN HDP’Ê GEŞ DIBIN’

Ozturk bal kişande ser meyla ciwanan a li ser siyasetê û got, ‘’îro ciwan meyla wan li ser siyasetê zêde ye û dixwazin siyasetê bikin. Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê her roj geştir dibin. Ji hemû nasnameyan tevlî têkoşînê dibin, li meclîsan daxwazên xwe diyar dikin, nîqaş dikin û hişmendî,  yekîtiyeke polîtîk ava dikin.’’

‘TENÊ LI NAV HDP’Ê RÊXISTINIYA MECLÎSAN HEYE’

Ozturk bal kişande ser rêxistinyiya meclîsan û got, ‘’Tenê li nav partiya me rêxistiniya bi rengê meclîsan heye. Xwedî mekanizmayeke wiha ye ku rêxistiniya meclîsê ji xwecih ber bi navendê ve, hemû reng û nasname daxwazên xwe dikine rojev, nîqaş dikin, biryarê li ser didin û li ber meclisa partiyê datînin. Partî biryarên meclîsa ciwanan nîqaş nake, rasterast vê dike biryar.’’

‘DEMÎRTAŞ NAMZETÊ GELAN E’

Ozturk li ser namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Demîrtaş jî got, ‘’Demîrtaş nûnerê gelan, nasnameyan, ciwan, jin, Kurd, Tirk, Ermen, çemen azad, darên dêrîn, azadî, heq, hiqûq û dadmendiyê ye’’ û domand, ‘’Ji ber ku bû namzet li nav gelan, jinan û ciwanan moral û kelacaniyeke mezin çêbû. Hêviyeke nû çêbû. Vê hêviyê zor li desthilatdaran kir.’’

 ‘JI DEMÎRTAŞ DITIRSIN’

Ozturk got desthilatdar ji ber taybetmendiyên Demîrtaş ji Demîrtaş ditirsin û domand, ‘’Heqê wan heye ku bitirsin. Ji ber ku HDP û Demîrtaş xwedî wê hêzê ne ku dikarin vê pergalê biguherînin û dawî li siltaniya wan bînin. Ev hêz rêzikname û demokrasiya radîkal a HDP’ê ye. Wekheviya cihêrengan e.’’

Ridvan Ozturk herî dawî got rizgarî bi Demîrtaş û HDP’ê ye, bang li Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kir û got, ‘’Em têkoşînê geş bikin. Ez dibêjim, ‘’Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bixin.’’