Namzeta Hevşaredariyê ya destgîrkirî Gezgor anîn Rihayê
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor ku di dema vekirina buroya hilbijartinê de ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin, anîn Rihayê.
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Serêkaniyê Narîn Gezgor ku di dema vekirina buroya hilbijartinê de ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin, anîn Rihayê.
Di merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê de ya li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kiribûn û namzeta hevserokatiya şaredariyê Narîn Gezgor destgîr kiribûn.
Bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" Gezgor doh bi şev anîn Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. Tê payin di nava rojê de îfadeya Gezgor bê wergirtin.