Namzedên HDP'ê yên Çewligê: Em ê şaredariyê ji AKP’ê bistînin

Namzedên hevşaredariya Çewligê yên HDP’ê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, projeyên xwe vegotin û diyar kirin ku wê şaredariyê ji AKP’ê bistînin û projeyên xwe bi gel re pêk bînin. 

Ji hilbijartinên xwecihî re demeke hindik maye. Namzedên hevşardariyê yên Çewligê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez daye xebatên xwe yên hilbijartinê. Namzedên hevşaredariyê hêvî û baweriya wan bilind e û dibêjin em ê bi gel re şaredariyê ji AKP’ê bistînin û bersiveke xurt bidin rejîma AKP’ê ya qeyûman.

Çewlig, yek ji bajarê Kurdistanê yê herî xweş, xwedî xweza û pêkhateyên bawerî û zaravayên cuda, ango dewlemend e. Namzedên hevşaredariyê yên HDP'ê Senem Cakas û Hişyar Ozsoy, diyar dikin ku AKP êdî nikare bendewariyên Çewligiyan pêk bîne, lewre bertekên gel ên li dijî AKP’ê pir zêde ne.

'EM Ê ÇEWLIGÊ BI JINAN AVA BIKIN'

Namzeda hevşaredariyê Senem Çakas, bal kişand ser polîtîkayên partiya xwe ku vîn û mafê jinê esas digire, jinê derdixe pêş û got, "Dema me şaredarî qezenç kir, em ê polîtîka û xizmeteke ku vîn û mafê jinê esas digire pêk bînin û jinan tevlî xebatan bikin, kargehên jinan vekin ku jin xwe bi xwe bibe xwedî derfetên aborî. 

Li gel meclîsên xwe yên tax û bajêr, wê meclîsên me yên jinan jî çêbin û bi riya van meclîsan jinan li gorî behreya wan di qadên xebat û aboriyê de bicih bikin. Di serî de jinên dixebitin, em ê ji bo jinan li navenda bajêr 5 kreşên zarokan ên bê pere vekin. Dîsa em ê komplekseke ku pêşikiyê dide jinan vekin ku jin, zarok û tevahiya civakê hem spora xwe bike; hem jî di beşên cuda de xebatên çand û hunerî fêr bibin. Dîsa di vê kompleksê de wê ji bo zarokan, ji bo ku di zimanê xwe yê dayikê de (Kirmanckî û Kurmancî) perwerde bibîbin, vekin. Em ê bi destê jinê bajarê Çewligê ji nû ve ava bikin. Ez bawer im ku ez ê 1’ê Nîsanê bibim hevşaredara Çewligê.”

Çakas, diyar kir ku civaka Çewligê civakeke xwedî wijdan û exlaq e, lewre wê bersivê bide van polîtîkayên zilm û faşîzane yên AKP’ê û got, “Em dozeke mafdar didin. Em biratî û aştiyê dixwazin. Ew cudakarî û dijminatiyê didin ferzkirin. Lewre em bawer in ku wê gelê Çewligê bersiva pêwîst bide van polîtîkayên faşîzane yên desthilatdariyê. Lewre ez ji Çewligiyan dixwazim ku hesab ji faşîzmê bixwazin. Ji bo vê jî dengê xwe bidin xwe, destek bibin me.”

'BILA ÇEWLIG WEKE XWE BIMÎNE'

Nanzedê hevşaredariyê Hişyar Ozsoy diyar kir ku namzedên partiyên din ti eleqeya xwe bi gelê Çewligê re tine û wiha pêde çû, “Me sozê wan guhdar kirin. Sozên derew ku pêk neyên didin. Dibêjin heke em şaredariyê bistînin wê bê karî nemîne. Ma heta niha ne hûn bûn! Çavkaniya bê karî û xizaniyê AKP bi xwe ye. 

Soz û qewlekî me yê ku em bibêjn ‘emê Çewligê bikin Parîs’ nîne. Ji xwe butçeyeke wê ya hindik heye. Em ê jî vê butçeyê ji bo pêwîstiyên bingehîn ên bajêr û gel bikar bînin. Em dibêjin ku bila Çewlig bi çand, nasname û dîroka xwe ve weke xwe bimîne. Bila Çewligî bikaribin ji xizmetên bingehîn ên bajarvaniyê sûd werbigirin, standartên jiyanê bilind bin, zanebûna bajargeriyê pêş bikeve. Lewre demek dirêj e ti tiştek ji bo Çewlig û Çewligiyan nehatiye kirin.”

PROJEYÊN JI BO ÇEWLIGÊ 

“Li çewligê, ji ava vexwarinê heta çopê, heta otoparkan, heta trafîkê, her tişt pirsgirêk e. Em ê ji milekî ve bi van xizmetan re mijû bibin, ji aliyê din ve bikevin nav hewldanên xurtkirina aboriya bajêr. Ji bo vê em ê koordînasyonekê saz bikin û tevlîkirina hemû esnaf û bazirganên bajêr e ekonomiya bajêr zindî bikin. Dîsa em ji bo fêrî pîşeyan bibin, perwerde bidin jin û ciwanan.”

'EM Ê BUTÇEYA BAJÊR BI GEL RE PLAN BIKIN'

Ozsoy diyar kir ku wê demên pêş krîza aboriyê kûrtir be û wiha pêde çû, “Heke me şaredarî girt, jixwe em ê şaredariyeke bûyî kavil dewr bigirin. Li gorî agahiyên me girtî, niha nêzî 170 mîlyon Tl deynê şaredariyê heye. Em ê mijarên ku aboriya gel xurt dikin pêş bixin ku bajar têra xwe bike, mihatcî derve nebe. Em ê butçeya ji bo jin, zarok, ciwan, astengdar, xwendekar û kal û pîran bi gel re plansaz bikin û pêk bînin. Bi vî awayî em ê bikin ku hemû niştecihên bajêr ji xizmetê sûd wergirin. Em naxwazin gelê xwe bixapînin. Ev pirsgirêkên bajêr di nava salek, du salan de ji nişaka ve çareser nabin, hinek dem pêwîste. Em ê bi plansaziya li gorî 5 salan bawer dikin ku pirsgirêkan çareser bikin.”

'EM Ê CIWANAN TEŞWÎQÎ SIYASETÊ BIKIN'

Ozsoy, di derbarê bikaranîna tîryak hwd a ciwanên Çewligê jî wiha got, “Ciwan, eyne û teyîsîna civakê ne. Heke tiştek bê kirin divê ji bo civakê bê kirin. Çimkî ciwanên 20 salî piştî zanîngehê vala digerin. Kar nîne. Di xwekuştinên ciwanan de mixabin Çewlig di rêza yekem de ye. Lewre divê beriya ciwanan civak bê rehabîlîtekirin. Em ê di bin banê şaredariyê de Meclîsa Ciwanan çêbikin û van pirsgirêkan bi wan re çareser bikin. Wan teşwîqî siyasetê bikin ku ji bo pêşeroja xwe bibin xwedî bawerî û hêvî. Em ê hewl bidin ku ciwanan tevlî jiyana civakî û aborî bikin.”

'GEL LI HEMBERÎ DESTHILATIYÊ BI BERTEK E'

Ozsoy herî dawî anî ziman ku gelê Çewligê li dijî desthilatdariyê bi bertek e û wiha dawî li axaftinên xwe anîn: “Dema em meha Sibatê hatin Çewligê ‘atmosfera 7’ê Hezîranê’ hebû. Hê jî ew atmosfer tê dîtin. Lewre li dijî partiya desthilatdariyê bertekeke mezin heye. Dîsa berovajiyê wê ji bo HDP’ê sempatiyeke mezin heye. Li her dera em diçinê vê dibînin. Berê ji ber zilma desthilatdariyê insanên ku newêriyan silav bidana henbûn. Lê belê niha em dibînin ku ev tirs hinek hatiye şkandin. Lewre gelê Çewligê dixwazin em qezenç bikin.”