Leşkerên Tirk agir berda daristanên Çiyayê Cûdî

Piştî ku leşkerên Tirk agir berda daristanên li navbera gundê Sorbitmê û Gera Mihhetê ku li qûntarên Çiyayê Cûdî ne, nayê hiştin ku agir bê vemirandin. Ji ber vê şewat berdewam e.

Navbera gundên Sorbitmê û Gera Mihetê ku li qûntarên Çiyayê Cûdî di navbeyna Silopiya û Şirnexê de ne, agir pê ketiye. Ji Silopiyayê jî xuya ye ku agir gelek cih daye ber xwe.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, leşkeran navbeyna her du gundan daye ber agir. Cihê ku agir pê ketiye jixwe nêzê qereqolê ye. Tu dest di agir nehatiye werdan û nayê hiştin ku welatî jî agir vemirînin. Ji ber vê şewat berdewam e.