Nagihan Akarsel li Silêmaniyê hat bîranîn

Nagihan Akarsel a ku li ber mala xwe ya li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hat bîranîn.

Li hola Telarî Hunerî ya Silêmaniyê bi pêşengiya jinên Başûrê Kurdistanê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagihan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hatî qetilkirin, di çilrojiya şahadeta xwe de hate bîranîn. Gelek jinên aktîvîst, siyasetmedar û endamên rêxistinan tevlî merasîmê bûn.

Di serî de Berdevka Însiyatîfa “Jinan ji Dagirkeriyê Diparêzin” Şoxan Mîrza axivî û got: “Daxwazê ji jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku xebata Nagîhan Akarsel berfireh bikin û bi ruhê û enerjiya wê li hemberî şîdeta li ser jin û civakê heye derkevin. Li hemberî terorê derkevin. Bi îradeya jin û yekgirtin xwe biparêzin. Daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku nehêle xwîna azadîxwazan vala biçe. Rê nede van karê terorî berdewam bike.”

Her wiha Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî jî axivî û diyar kir ku êrîşa li dijî Akarselê pêk hatî êrîşekî nemerdane bû û got: “Em li ber terorekê de ne ku wijdana mirovahiyê hejand. Ji ber ku ev qetilkirin, di demekê de hate kirin ku banga, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê deng dida. Divê qetilkirina Akarsel dawî li belavbûna jinan bîne. Hewl bidin bikin hêza îrade û xwerêxistinkirin, xweparastin û guhertina bingehîn.”

Piştre Sekreta Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kefiye Silêman wiha axivî: “Nagîhan Akarsel xwedî bi destek tarî ji berî 40 rojan hate qetilkirin. Em ji van tarîgeran re dibêjin, li şûna gulekê, sedan gulan, li şûna jinekê, hezaran jin wê bi cih bigirin. Karwanê xebat û azadiyê berdewam be û naraeste.

Di berdewama merasîmê de mûm hatin pêxistin û li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Akarsel sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

Nagihan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jinek lêkolîner, arşîvan û rojnamevan bû. Di sala 1976’an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayî jiyana xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Roja 4’ê Cotmeha 2022’an di encama êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin.

Tevî ku Asayîşa Silêmaniyê piştî êrîşê ragihand ku kujer hatine girtin, lê heta niha li ser nasnameya wan û çawaniya bûyerê tu daxuyanî nedane.