Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hat bibîranîn

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsesl di 1’emîn salvegera şehadeta xwe de li bajarê Silêmaniyê ku lê hatibû qetilkirin, hat bîranîn.

Bi boneya salvegera qetilkirina Endama Akademiya Jıneolojiyê, nivîskar, akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê li Salona Xak a Silêmaniyê hat lidarxistin. Gelek kes, nûnerên saziyan û aktivîst tevlî bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de li ser navê RJAK’ê Tanya Kerîm û li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şêrko Heme Emîn axivîn. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi hedefgirtina kesayetên di aliyê çand û hunerê de pêşketî û rewşenbîr, hewl dide bîra gelê Kurd tune bike û bang hat kirin ku têkoşîna Nagîhan Akarsel bê mezinkirin.”

Di bîranînê de peyama Navenda Lêkolîn û Pirtûkxaneya Arşîva Jinên Kurd hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Şehîd Nagîhan Akarsel canê xwe ji bo têkoşîna azadiya jin û doza Kurd feda kir. Li gel ku zehmetî li çar parçeyên Kurdistanê dît, kêliyekê jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Heta ku em projeya arşîva jinên Kurd ava bikin wê têkoşîna me bidome.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel hat pêşandan.