NÇM'ê ji bo Heskîfê bang kir

Navenda Çanda Mezopotamya têkildarî talankirina xwezayê û hilweşandina Heskîfê nerazîbûn nîşan da û got: "Li Heskîfê dagirkerî heye. Dixwazin dîrok, çand û axa me tune bikin. Werin em hemû bi hev re lê xwedî derkevin."

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî rewşa dawî ya talankirina cihên dîrokî û xwezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û balê dikişîne ser hilweşandina navçeya Heskîfê ya 12 hezar sal ku tê xwestin di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne.

Daxuyaniya NÇM’ê wiha ye:

“Wek ku tê zanîn dîrok têgeheke ku her cure nirxên mirovahiyê di nava xwe de dihewîne ye û di heman demê de bingeha hemû zanistan e. Ev kêliya ku em têde ne jî perçeyekî dîrokê ye.

EM XWEDIYÊ VÊ AXA QEDÎM IN

Dîroka ku xwe li ser danehevên rabirdûyê û sêwirîneriya paşerojê bi teşe dike, ji bo me kurdan jî bûyereke jêneger e. Em kurdên ku koka me bi kûrahiya Mezopotamyayê ve girêdayî, me hebûna xwe ya 15 hezar salan a li ser vê axê, di her qadên jiyanê de bi keda xwe parastiye. Girîngiya axê, avê, hewayê û bi giştî xwezayê xulasaya vê dîroka me ya 15 hezar sala ye. Me tu carî dîroka xwe ji çanda xwe cuda negirt dest. Çanda me wek perçeyekî heri mezin û girîng yê dîroka me, hebûna xwe heya roja îro parastiye û hatiye. Lê belê, polîtîkayên êrîş û tunekirinê jî di pêvajoya dîrokî de her ku çû pêş ketin û zêdetir bûn.

Îro li gelek deverên Kurdistanê, cî û deverên me yên çandî û dîrokî, bi destê dijminê xweza û dîrokê tên talankirin. Heskîf jî yek ji wan devera ye. Heskîfa ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salan, li dijî her cure tehdîdên talan û tunekirinê li ber xwe daye û xwe parastiye, îro mixabin bi destê dijminê xwezayê di bin avê de tê hiştin û fetisandin.

Ev polîtîkayên rehqelan yên ku berî niha jî li hem dîrok û xwezaya Kurdistanê hatibûn meşandin, di serî de li Dêrsim, Amed, Serhed û Botanê xwe nîşan dabûn.

Heskîf jî xeleka herî dawî ya vê polîtîkaya rehqelandinê ye. Mihraqên sermayê yên ku Heskîfa dîrokî di bin avê de dihêlin, di heman demê de îmzeya xwe davêjin bin rûxandineke sosyolojîk û demografîk jî. Bi çêkirina bendava Ilisûyê, tê xwestin ku gund û qadên jiyanê yên li derdora çemê Dîclê bên valakirin û ew derdor bê mirov bimîne.

LI HESKÎFÊ DAGIRKERÎ HEYE

Encameke din ya vê yekê jî entegrekirina mirovên wê derdorê ya jiyana bajarvaniyê ku ji hevpariyê û kominaliyê dûr e ye. Herkes dizane ku erdnîgarî bandorê li ser karakterê civakê dike. Heke ku çanda welatekî dewlemend be tê wê wateyê ku hişmendiya civaka wî welatî jî dewlemend û pir rengîn e.

Lê em baş dizanin ku desthilatdar ji pir rengîniyê acizin û her tim çanda madî manewî dikin qurbana berjewendiyên xwe yên takekesî. Divê civakeke ku bi hezaran sala ye xwe bi keda destê xwe ava kiriye, bi destê desthilatdaran neyê hilweşandin. Niha li Heskîfê dagirkeriyeke çandi heye û êrîşî bîranînên civakeke pir rengîn dikin û tune dikin. Di vir de armanc ne tenê qirkirineke çandî û dîrokî ye di heman demê de tunekirina bîra civakî jî tê plankirin.

BANG JI BO HEMÛ REWŞENBÎR Û HUNERMENDAN

Em vê hişmendiyê ji Xelfetiya Rihayê ya ku di encama bendavê de çandeke qedîm di bin ave de hiştin, ji Mûnzûra Dêrsimê ku dixwazin bi hes û bendavan bifetisînin, ji xerakirina peykerê Ehmedê Xanî, ji rakirina peykerê Oxirê 12 salî ku bi 13 guleyan qetil kirin baş nas dikin. Bila serwer baş bizanibin ku dê dîrok hesabê ve talanê ji wan bipirsê.

Di ve çerçoveyê de em bangawaziyê li hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, civaknas, hiqûqnas û hemû kesên xwedî wijdan ku nirxên civakî yen çandî û dîrokî diparêzin dikin ku demildest bikevin nava tevgerekê û rê li ber vê qirkirina çandî û dîrokî bigirin.

EM ÇIQASÎ XWEDÎ DERKEVIN EM EWQAS HENE

Em bangawaziyê li rayedarên dewletê jî dikin û dibejin ji vê şaşîtiyê vegerin, destê xwe ji ser çanda me û dîroka me bikişînin da ku civak bi çanda xwe bijî. Em gazî gel jî dikin ku bi hêzeke mezin li çanda xwe xwedî derkeve, ji ber ku em çiqas li çanda xwe xwedî derkevin û biparêzin em ewqasî hene.”