MXDŞ: Em ji diyalogê re amade ne, lê bi şer wer in wê bersiv bê dayîn

Desteya Rêbeber a MXDŞ’ê piştî civîna xwe ya awerte ya li ser zextê hêzên Iraqê daxuyaniyek da û got: “Em bi gelek aliyan re civiyan soz dane, lê diyar e sozên xwe bi cih neanîne. Bi şer bên wê bersiv bê dayîn. Şengal dev ji mafê xwe bernad e.

Desteya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê (MXDŞ) bi amadebûna, nûnerên PADÊ, TAJÊ û hemû sazî û dezgehên Şengalê îro li ser tehdîtên li dijî Êzîdxanê û rêveberiya xweser û hêzên parastinê bi awayeke awarte civiyabû. Desteyê piştî civînê bi amadebûna gelê Şengalê encama civînê bi daxuyaniyekî eşkere kir. Bi navê gelê Şengalê Endamê Meclîsa Rêveber a Şengalê, Hesen Hecî axivî.

‘PIŞTÎ TÊKÇÛNA DAÎŞ’Ê KOMPLO LI SER ŞENGALÊ DIDOMIN’

Hesen Hecî diyar kir, ji dema DAÎŞ li Şengalê têkçûye heya niha, komplo li pey hev li dijî gelê Şengalê tên pêkanîn û got: “Ji dema DAÎŞ li Şengalê têkçûye heya niha bê navber komplo li ser Şengalê tên pêkanîn. Em dibêjin, gelo çi ji gelê Şengalê dixwazin? Çawa gelê şengalê vegeriyan ser cih û warê xwe, rewşa wwan başbû, dest bi jiyana xwe kirin careke din komployê xistin dewrê.”

‘ME GELEK SERDAN KIRÎ, SOZ NEHATINE PÊKANÎN’

Hesen Hecî anî ziman ku gelê Şengalê êdî gîhiştiye wê astê ku xwe bixwe birêve bibe, zarokên Şengalê dikarin parastina axa xwe bikin û wiha pêde çû: “ Tiştên ku niha li Şengalê hene bi ti awayî dijî qanûnên Iraqê nîne. Hikûmeta Iraqê bi van pêkanînan dibêje, em hebûna we qebûl nakin, nasnameya we nas nakin, ti mafeke we di vê dewletê de nîne! Ev şaş sal e, bi dehan car me serdana Bexda, Necefê, hemû rayedarên hikûmetê  kir hemû jî soz dane me, lê heya niha yek sozên xwe pêkneanîne.”

‘JI ME KOLETIYÊ DIXWAZIN; EM DIBÊJIN GER QANÛNÊ PÊK BÎNIN JI BO HEMÛ GELÊ IRAQÊ PÊK BÎNIN’

Endame Meclîsa PADÊ Hesen Hecî bibîr xist ku duh rayedarên hikûmeta Iraqê ji wan re gotine, ew hebûna wan ya li vir û hêzên wan yên parastinê qebûl nakin û wiha domand: “Di çarçoveya pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê de duh ji mere gotin, ‘em hebûna we û parastina we qebûl nakin.’ Ji me koletiyê dixwazin. Em ji Iraqê re dibêjin, eger wê qanûnên xwe pêkbîne, bila ji bo hemû gelên Iraqê bi awayeke wekhev pêk bîne.”

‘BI ÊRÎŞ Û TEHDÎDAN BÊN EM EŞKERE DIBÊJIN WÊ BÊ BERSIV NEMÎNE’

Hesen Hecî da xuyakirin ku ew timî alîgirê rêbazên diyalogê bûne, got:  “Em dîsa dibêjin, em şer naxwazin, ji diyalogê re vekirîne û deriyê me ji guftugoyê re vekiriye. Lê eger bixwazin bi êrîş û tehdîtan bên ser me, em bi eşkere dibêjin, wê bê bersiv nemînin. Dibêjin bes e, dawî li van komployan bînin. Jixwe heya niha we ti xizmetek ji bo gel nekiriye, tenê li pey komployan bûne.”

‘JI BO MAF, NASNAME Û ÊZDATIYA LI IRAQÊ BIPARÊZIN, XWED LI ŞENGALÊ DERKEVIN’

Hecî bang li hemû Êzîdiyên li her devereke cîhanê kir ku ji bo parastina mafên sereke yên gelê Şengalê bi yekrêzî xwedî lê derbikevin û got: “ Ji bo em maf, nasname û Êzîdîtiya xwe li Iraqê biparêzin, divê Êzîdiyên li Şengalê û li herderê xwedî li Şengalê derkevin.”

‘BI HATINA PAPAYÊ VATÎKAN, KOMPLOYEKE DIN PÊŞ KET’

Hesen Hecî her wiha diyar kir Papayê Vatîkanê ji bo şopandina rewşa ol û baweriyan serdana Iraqê kir, lê hîn negihîştiye cihê xwe komployek din dijî Êzîdiyan xistine meriyetê û ev tişt ji bo Iraqê got; “Eger baweriyên kêmîne yên li vir naxwazin, divê wê demê alternatîfek din pêşkêş bikin? Bila bihêlin em xwe bixwe birêve bibin, xwe biparêzin û pêşî li fermanan bigirin.”

‘EM LI GEL DIYALOGÊ NE HETA DAWÎ, EM HEW NEHEQIYÊ QEBÛL DIKIN, EM Ê MAFÊ XWE BIPARÊZIN’

Hesen Hecî herî dawî hişyarî da û diyar kir, ew naxwazin li Şengalê şer rû bide û ev bang li hikûmeta federal kir, got: “Eger hûn bi artêşa xwe bên ser me, em ê jî bersivê bidin. Divê baş zanibin em carek din neheqiyê qebûl nakin û dest ji daxwazên xwe yên sereke bernadin. Heya rêya diyalogê hebe, em ê li gel vê rêbazê bin, lê eger vê rêyê esas negirtn, divê herkes bizane wê êrîş dijî Şengalê pêk were û bûyerên nayên xwestin rû bidin.”

Di civînê de biryar hate girtin ku sibe xelkê Êzîdî meşeke girseyî li navenda Şengalê lidarbixe. Wê Şengaliyên li gund û navçeyan jî beşdarê vê meşa navendî bibin û nerazîbûn nîşana zext û tehdîtan bidin.

Zêdeyî 100 roje, Şengalî ji bo piştgirîdayîna Asayîşa Êzîdxanê li bin konê li gel asayîşê nobedê digirin.