Supayê Pasdaran berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt

Supayê Pasdaran ên Îranê berpirsyariya êrişa bi fuzeyan a li ser paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê li xwe girt.

Li gorî daxuyaniya li malpera înternetê ya Supayê Pasdaran Spah Newsê hate weşandin, hate îdîakirin ku navendeke stratejîk a Îsraîlê hedef hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Navenda stratejîk a komploya siyonîst bi fuzeyên xurt ên herî pêşketî yên Supayê Pasdaran hedef hate girtin."

Beriya vê daxuyaniyê, Yekîtiya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Federal bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku bi 12 fuzeyên balîstîk êriş li ser taxeke Hewlêrê hatiye kirin. Hate ragihandin ku fuze li dijî Konsolosxaneya Amerîkayê hatiye kirin.