Mûrat Çelîk piştî bi hefteyekê hate veşartin

Mûrat Çelîk ê YPS’yî ku dema li malê bû û bi ser malê de girtin jiyana xwe ji dest da, piştî bi hefteyekê hate veşartin.

Şervanê YPS'ê Mûrat Çelîk ku li kolana Sitki Goral a taxa Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasê ya Amedê 3’ê Mijdarê piştî ku hevjîn û sê zarokên xwe ji malê derxstin, li dijî polîsên Tirk ku bi ser malê de girtibûn ketibû şer de û jiyana xwe dest dabû piştî bi 6 rojan dane malbatê. Çelîk ê ku tîmekî taybet kuştibû, 9 ji wan birîndar kiribûn piştî bi saetan li ber xwe da jiyana xwe ji des dabû, îro ji bo were veşartin darbesta wî anîn Goristana Yenîkoyê.

Di merasîma cenaze de rêveberên MEYA-DER’ê, parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk û her wiha hevserok û rêveberên HDP, DPB’ê hazir bûn. Goristan ji hêla polîsên Tirk ve hate dorpêçkirin.

NEHIŞTIN KU MALBAT BIÇE SER CENAZE

Li gorî agahiyên ku bi dest ketin şevê dî saet 03.0’an darbestê ji bo ku bidin malbatê agahî dane malbatê. Piştî ku malbat bi hêwirzeyekê çû ber nexweşxanê polîsan gotin, ‘’bi qasî ku hûn biçin mîtîngê hûn gelek hatine’ û cenaze nedan. Malbat sibehê dîsa çû ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerdehî û Lêkolînê û vê carê cenaze standin. Ji ber gefan ji malbatê tenê bav Vezîr û birayê Çelîk Oktay Çelîk hazir bûn.

BAV ÇELÎK: BILA SERÊ GELÊ KURD SAX BE

Piştî nimêja li ser darbestê Çelîk bi diayan hate veşartin. Bav Çelîk li ser cenaze axivî, malavayî lê kesên hazir kir û got, ‘’Bila serê gelê Kurd sax be’’. Piştre Hevserokê HDP’ê yê Amedê Şerîf Camcî axivî, sersaxî da albatê û got ew ê di rêça şehîdên têkoşînê de bimeşin. Camcî got ji bo dawî li mirinan were divê şer bi dawî bibe.

‘FIRAT Û MURAT BI AZADIYÊ VE HERIKÎN’

Bira Oktay Çelîk jî got birayekî wan li Sûrê û yek lî dema ku bi ser malê de girtine ji dest dane û diyar kir ji bo ku polîsan nehiştine ku li ser goristanê biaxivin bi metneke nivîskî hîsên xwe bi nûçegihanan re par ve kir. Çelîk di nivîsa xwe de wiha got: ‘’Birayê min bawerî bû. Yek jê dema ku şopa neykûnê wî li ser kevirên Sûrê man, ê dî jî li ser dîwarê mala xwe, bi xwînê û hestitan şehîd bû.

Hûn Firat bûn, Mûrat bûn û herikîn. Bi xwîna xwe hûn li xaka Kurdistanê bûne gul. Ji bo ku hûn hêvî û azadiyê geş bikin bûne bûne fedaiyên rûmetê ji bo yên li pey we. Hûn ê tim bijîn û tim ciwan bimînin. Ji bo ku hûn jiyana azad şên bikin hûn mirin. Piştî we em ê pir xurt bibin.’’

Cihê sersaxiyê yê Çelîk li Mala Şînê ya Hevedan a Baxlarê hate danîn.