Mûazzez Orhan: Navê derxistina ji kar kirine 'Têkoşîna li dijî terorê'

Li Wanê, li şaredariyên ku ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, rojên dawî gelek mirov ji kar tên derxistin. Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got, "Destên xwe ji ser karker û kedkaran vekişînin."

Ji şaredariyên li Wanê ku HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de qezenç kir; Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, şaredariyên Saray, Qelqelî, Mûradiye, Erdîş, Elbak û Rêya Armûşê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatin desteserkirin û qeyûm li wan hatin tayînkirin.

Piştî ku qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin, li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 7 karkerên xwedî peyman, 8 karkerên taşeron, li Şaredariya Rêya Armûşê 90 karkerên taşeron, li şaredariya Qelqeliyê 28 karkerên taşeron, li şaredariya Erdîşê 42 karker bi giştî 175 kedkar ji kar hatin derxistin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan nerazîbûn nîşanî vê yekê da û destnîşan kir, di dema desthilatdariya KAP'ê de derxistina ji kar veguheriye rêbazekê.

QEYÛM BI BIRÇÎHIŞTINÊ GEFÊ LI GEL DIXWIN

Orhan diyar kir, hikumet derxistina ji kar jî di bin navê "Têkoşîna li dijî terorê" bi rêk û pêk dimeşîne, ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye û got, "Ji Kurdan re kar nîne, xwarin nîne, jiyan nîne. Zîhniyeta qeyûm ev e. Li dijî gelê vî welatî polîtîkayeke cihêkar dimeşîne. Siyaseteke welê dimeşîne ku çav berdaye ked, kar, jiyan û xwarina gelê Kurd. Ji bo derxistina ji kar jî dibêjin, 'Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de' hatiye kirin.

Bloka AKP-MHP'ê piştî ku bi tayînkirina qeyûman dest danî ser îradeya gel, niha jî bi derxistina ji kar hewl dide mirovan bi birçîhiştinê terbiye bike. Derxistin mirovan a ji kar encameke vê polîtîkayê ye. Li dijî êrişên li ser kedê, têkoşîna kedê wê bidome. Destên xwe ji ser kedkar, karkeran vekişînin."