MLKP/Kurdistan: Em dikarin dîktatoriya faşîst bi têkoşînê hilweşînin

MLKP/Kurdistan bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta faşîst a Tirk şermezar kir. MLKP/Kurdistan daxuyand ku ew dikarin dîktatoriya mêtinger a faşîst bi têkoşîneke yekbûyî hilweşînin

MLKP/Kurdistan têkildarî êrîşên dewleta faşîst a Tirk daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta faşîst a Tirk bi çalakiya du gerîlayên Kurd li Enqereyê hejiya û wiha hat gotin: “Ev çalakî ji bo faşîst û mêtinger Erdogan a ku soza 100'emîn salvegera dewleta Tirk a bê Kurdan destpê bike bû şokeke mezin. We li Kobanê ev ceriband, we li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ceriband. Rojava serî netewand. Bi hilweşandina binesaziyan ve hûn dixwazin gel neçarî koçberiyê bikin. Dixwazin Rojava bikin çol. We sala borî jî ceriband. Lê hûn ser neketin.”

‘HÛN BI SER NAKEVIN’

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Her çiqas balafirên we 24 saetan bombebaran bikin, heta ku hûn piştgiriya hevkar a xayîn PDK’ê bigirin jî hûn nikarin gerîla têk bibin. Bi girtina bi hezaran Kurdan bi taybetî birêz Abdullah Ocalan hûn nikarin pirsgirêka Kurd di tecrîdê de bihêlin. Bajarên Kurdistanê li ber xwe didin. ji bo Kurdistana azad jiyana xwe datînin holê û têdikoşin!

Li kêleka berxwedana gelê Kurd rawestin. Şeref û şanazîya miletekî ew e ku bi azadî û însanî bijî. Nehêlin bi şovenîzmê we radest bigirin. Em dikarin dîktatoriya mêtinger a faşîst bi têkoşîneke yekbûyî hilweşînin."