Mizrakli û Ûyanik dengê xwe dan

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Selçûk Mizrakli dengê xwe dan.

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, saet 07:30'î li Dibistana Seretayî ya Cemîl Ozgur a li navçeya Sûrê dengê xwe da.

Mizrakli beriya deng bide axivî û got, "Hêvîdar im bibe hêvî ji siberojên ronî re."

Li dibistana ku Mizrakli deng da, heyeta çavdêriyê ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî ya Parlamenta Ewropayê jî dengdan şopand.

Namzeta Hevşardariyê Hulya Alokmen Ûyanik jî li navçeya Peyasê li Lîseya Îmam Hatîp a Anadolûyê dengê xwe da.

Ûyanik piştî dengdanê daxuyanî da û got, "Em hêvîdar in hilbijartin tevkariyê li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Du meh in em bi vê hêviyê xebitîn. Hem ji bo xurtbûna rêveberiyên xwecihî, hem jî ji bo demokratîkbûna welêt hilbijartin girîng e."

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê û namzetên hevşaredariyên navçeyan li dibistanên qeydkirî dengê xwe dan.