Mîrê nû yê Êzidiyan hate hilbijartin

Li Laleşa Nûranî, Hazim Tahsîn Beg bû Mîrê nû yê Êzidiyan.

Îro li Laleşa Nûranî merasîmek hate lidarxistin û hate diyarkirin ku Hazim Tahsîn Beg bûye Mîrê nû yê Êzidiyan.

Malbata Mîr a ku ji 6 kesan pêk tê ji dêvila Mîr Tahsîn Begê ku di 28’ê Kanûnê de li bajarê Hannovera Elmanyayê rehmet kiribû, kurê wî Hazim Tahsîn Beg hilbijartin.

Mîr Hazim Tahsîn Beg cil û bergên Mîr li xwe kir û bi ava Kaniya Spî hate mohrkirin.

WEKÎL

Emîr Kamîran Xeyrî Beg bû wekîlê karên dînî, Emîr Şêrzad Farûq Beg bû wekîlê karên civakî, Emîr Cihûr Elî Beg bû wekîlê têkiliyên bi gel re û Emîr Herman Mîza Beg jî bû wekîlê karê ciwanan.