Mîr Tehsîn Beg hate veşartin

Yek ji Mîrê dawî yê baweriya Êzdayetiyê Mîr Tehsîn Beg ku li Elmanyayê wefat kiribû, li navçeya Şêxan a Şengalê bi merasîmekê hate veşartin.

Mîr Tehsîn Beg 28’ê Çile li nexweşxaneya Hannover a Elmanyayê çûbû ser dilovaniya xwe. 
Cenazeyê serokê ruhanî yê Êzidiyan roja Duşemê anîn Hewlêrê û ji wir jî birin navçeya Şêxanê û îro bi merasîmekê hate veşartin. 
Di serî de nûnerên Êzidiyan, nûnerên patiyên siyasî, HDP û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.
Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg piştî niyazan hat vertin. Wê konê sersaxiyê yê Mîr, li Şêxanê bê danîn. 
Mîr Tehsîn beg ê ku 15’ê Tebaxa 1933'an de li bajaroka Baedre ya navçeya Şêxan a Dihokê ji dayik bûyî, sala 1944'an Mîr Tehsîn beg, hê di temenê 11’î de piştî wefata bavê xwe bibû Mîr.