Milletpress: Wê pêşmerge jî tevlî êrîşan bibin!

Hate îdîakirinku PDK’ê hêzên xwe yên li nêzî Bendava Mûsilê ji bo li gel Tirkiyeyê tevlî êrîşa dagirkeriya li Brasdostê bibin hatine veguhestin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medya û devera Bradostê dayî destpêkirin dewam dike. Têkildarî êrîşên dagirkeriyê îdîayek din jî derket holê. Yek ji van îdîayan ji aliyê malpera înternetê ya nêzî YNK’ê Milletpress ve hate kirin. Hate îdîakirin ku di rojên pêşiya me de wê pêşmergeyên PDK’ê jî cihê xwe di êrîşan de bigire.

WÊ ÊRÎŞÎ GERÎLAYAN BIKIN?

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku ji bo tevlîbûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Bradost û Xakurkê beriya niha hêzên Pêşmergeyên Akrê yên li nêzî Bendava Mûsilê hatibûn bicihkirin veguhestine Dola Nehlê û devera Barzan. Ev yek wisa hate nîşandan ku di rojên pêş de wê pêşmerge di êrîşên dewleta Tirk a li dijî gerîla bidin destpêkirin de wê cihên xwe bigre.