Milîtanê zana yê gelê Kurd: Hevalê Pîro

Milîtanê zana yê gelê Kurd hevalê Pîro wê ji aliyê bedenî ve nebe, lê belê bi pratîka xwe ya mezin a têkoşînê, wê her tim bibe rêberekî gelê xwe.

Nivîskarê Portekîzî yê navdar Jose Saramago di dawiya emrê xwe de dibêje, mirovê herî zana yê ku wî nas kiriye li gundekî dijî û qet bi xwendin û nivîsandinê nizane. Mîna ku Saramago qalê dike, Hevalê Pîro (Salih Ozdemîr) mirovekî welê bû ku jiyana xwe li cihekî nêzî rastiyê danî bû, kêm daxivî, lê her gotineke wî jiyanek bû. Dema min bihîst hevalê Pîro jiyana xwe ji dest da, mirovê zana yê Saramago hate bîra min.

Di salên 90'î de hê zarokekî biçûk bûm min hevalê Pîro nas kir. Ez diçûm serdana bavê xwe yê li girtîgeha navçeya Nazîllî ya Aydinê. Yek ji sedan PKK'yiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Nazîllî dihat girtin, hevalê Pîro bû. Min hevalê Pîro li wê derê, di kabîna hevîtinê de dît, nas kir.

Bi zarok û malbatên girtiyên hatin hevdîtinê re dibiliya. Em zarok li kabîna wî diciviyan. Dipirsî û qala çîrokan dikir. Piştî wextekê ji bo min û gelek zarokên din ên girtiyan, serdana girtîgehê êdî ne ji bo dîtina bavê xwe bûn, ji bo dîtina hevalê Pîro bû. Piştî ku bavê min hat berdan, min fêhm kir ku nêzîkatiya dilnerm û perwerdekar a hevalê Pîro ne tenê ji bo me bû. Bavê min qalê dikir û li gorî gotinên bavê min, li girtîgehê cihekî wî yê taybet hebû. Ew 'mirovê pîroz' ê bavê min bû. Dibêje 'Me PKK bi Pîro re dît'. Qalê dike; "dema dewlete xwarin li ser me dibirî, bi gelek hincetan wî xwarina xwe nedixwar û bi me re parve dikir. Dema heval nexweş diket, wî goştê li nava xwarina xwe derdixist û bi destê xwe dida wan."

Bavê min hatibû berdan, gelek sal di ser re derbas bûn û ez hatim girtin. Min birin Girtîgeha Tîpa F ya bi hejmara 1. a Kiriklar a Îzmîrê. Di rojên ewilî de mîna her kesî min jî dixin hucreya yek kesî. Heval bi rêya notan xwe digihînin û not tên hewşa hucreyê. Li binê yek ji van notan 'Pîro' dinivîsîne. Ez yekser bersivê didim û xwe didim naskirin. Jê dipirsim bê hevalê Pîro yê ku wî nas dikim e, yan na. Bersiv bi lez û bez tê. Dibêje, ew xemgîn e ku ji ber hatime girtin, lê belê ji ber ku dikare bi hev re sohbetê bike, kêfxweş e. Dinivîsîne 'Bavê te ma, derket. Tu mezin bû, hat girtîgehê lê ez hê jî li vir im heval."

Di demên dawî yên jiyana 22 salan a girtîgehê de em li pirtûkxaneya girtîgehê bi hevalê Pîro re rûdinên.

Em Pîrê hevalan, hevrêyê ku nirxê PKK'ê di jiyana xwe de şênber kiriye, milîtanê rû li ken hevalê Pîro hev hembêz dikin. Mîna abîdeyeke tecrûbeyê, her gotineke xwe ji bo girtiyên ciwan xwedî wateyeke kûr e. Teorîsyenekî mezin e, lê ne ji wan 'teorisyenên gotinan' ên tên zanîn e. Rastiya 'Teorî nîşaneya kûrkirina pratîkê ye' hînî me dike. Mirovekî gelekî gotinan bi kar tîne nîne. Kêm daxive, kêm dibêje, lê her gotineke wî ji tecrûbeyeke mezin a têkoşînê tê. Û her gotina wî bi qasî jiyanekê me hîn dike.

Li pirtûkxaneyê, li şûna xwendina pirtûkan weke girtiyên ciwan em dixwazin bi sohbeta bi hevalê Pîro re xwe perwerde bikin. Em hîn dibin ku ew jî bi qasî emrê me di girtîgehê de ye. Bi zanabûna xwe, bi baweriya xwe ya têkoşîn û şoreşê, ku li ber şert û mercên dîlgirtinê radibe, hêzeke mezin dide me hemûyan.

Di pêvajoya girîgehê de çîrokeke revê heye. Em jê dipirsin. Ji girtîgeha Îzmîr/Kemalpaşa, di destpêka salên 90'î de direve. Hevalan ji bo hevalê Pîro gotibûn, "Demeke kurt mabû were berdan, lê belê ew ji girtîgehê reviya. Baweriya wî ya têkoşînê gelekî mezin bû. Tevî ku kêm ma bû were berdan, di firsenda destpêkê de rizgar bû û tevlî nava refên têkoşînê bû."

Hevalê Pîro di dawiya 22 salan de hate berdan. Têkoşîna xwe bi baweriyeke mezin ji cihê mayî dewam kir.

Milîtanê zana yê gelê Kurd hevalê Pîro wê ji aliyê bedenî ve nebe, lê belê bi pratîka xwe ya mezin a têkoşînê, wê her tim bibe rêberek. Xweş razê milîtanê zana yê gel, zarok û ciwanên Kurd...