Milîsên HBDH'ê li tîmên taybet xistin
Milîsên Şehîd Çiyager ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Amedê 11'ê Adarê li dijî polîsên tevgera taybet bi bombeyan çalakî kirin.
Milîsên Şehîd Çiyager ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Amedê 11'ê Adarê li dijî polîsên tevgera taybet bi bombeyan çalakî kirin.
Milîsên Şehîd Çiyager ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser çalakiyê ev agahî parve kir:
"Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH'ê şeva 11'ê Adara 2022'an li navçeya Sûrê ya Amedê li kolana Melîk Ahmet li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ûral û wesayiteke Ranger ên polîsên tevgera taybet bi 3 bombeyên destan çalakî kirin. Milîsên me piştî vê çalakiyê li baregehên xwe vegeriyan."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî çalakiyê bi 4 ambûlansan polîsên birîndar birin ku yek ji wan rewşa wî giran bû.