Mexmûr û herêma hawîrdora wê di nav tozê de ma

Li Wergeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û herêmên hawîrdora wê ji ber bahoza tozê ya ji saetên destpêka şevê rabûyî, jiyan sekinî.

Îro ji saetên destpêka şevê heya vê kêliyê bahozeke giran a tozê wargeha Mexmûrê û navçeyên hawîrdora wê girte nava xwe. Bahoza tozê ya ku bû sedema tewizîna jiyana welatiyan di van kêliyan jî berdewam e.

Li gorî agahiyên li ser malperên fermî yên Iraq û Sûriyê hatinî weşandin, bahoza tozê ku li navend û başûrê Iraqê û giştî Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bandor e, li hin deveran bûye sedemê zirarên madî. Her wiha hatiye gotin ku li hin herêmên Iraqê çendîn welatî ji ber vê bahozê ketine rewşek ya bêhntengiyê.

Navendên tendirustiyê gel bi taybetî kesên bi nexweşiyê bêhntengiyê ne hişyar dikin ku ji neçarî nebe divê li derve nemînin û tedbîrên pêwîst bigirin.