Mexdûrên erdheja Kirmaşanê vê zivistanê jî li derve ne!

Mexdûrên erdheja par a li herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, vê zivistanê jî bê cih û war, li derve ne.

12'ê Mijdara 2017'an, bi şîdeta 7.3 pileyî li Kirmaşanê erd hejiya bû û herî kêm 630 kes miribûn, nêzî 12 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Ev erdhej erdheja herî dijwar a 10 salên dawî yên li Îranê bû. 70 hezar mirov ji ber erdhejê bê mal man. Li herêmê hîn jî bandora erdhejê giran e.

Li gorî medya Îranê, xisar li zêdeyî 103 avahiyan bû. Hate ragihandin, xisara giştî bi 11 qatî ji budçeya salane ya ji bo herêmê hatiye veqetandin zêdetir e. Rewşa herî giran û metirsîdar jî, rewşa mirovên bê mal mane. Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûn, hîn jî gelek mirov li binê konan e.

Zivistana Kirmaşanê gelekî dijwar e, lewma mexdûrên erdhejê yên li derve mane, di rewşa giran de ne. Medya Îranê par ragihandibû ku keça 2 salî Sarîna Zahabî ya li kon dima, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Şaredarê bajarê Sarpolê Zahab Mûhammed Cemal Niya meha Cotmehê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hîn 30 ji sedî yê gelê ku erdhejê bandor lê kir, hîn li derve ne.

Şaredarê Sapolê Zahab roja 14'ê Îlonê ji ajansa nûçeyan a Îlnayê re axivî û rêveberiya Serokkomar Hasan Rûhanî rexne kir ku tiştek nekiriye. Şaredar her wiha got, ji ber ku tiştek ji bo mexdûrên erdhejê nayê kirin, hin ji şêniyên herêmê gurçikên xwe firotine.