Mexdûrê erdhejê Çankaya: Tenê gel alîkarî bi me re kir

Mexdûrê erdhejê Ahmet Çankaya yê li gundê Osmandede yê Bazarcixê dimîne diyar kir ku dewletê alîkarî bi wan re nekir û got, "Alîkarî tenê ji gel hat."

Ahmet Çankaya ku li gundê Osmandede yê navçeya Bazarcix a Mereşê dimîne û mala wî di erdhejê de xera bû, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê warê bav û kalên xwe neterikîne.

Mexdûrê erdhejê Ahmet Çankaya agahî da ku li gundê wan ji 40 xaniyan 20 jê xera bûne, yên mayî jî xisar li wan bû û diyar kir, ku li gund 2 jê Sûriyeyî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çankaya got, "Zeviyên me hene, karê me li vir e. Lewma em nikarin bi ti cihî ve biçin. Cihê ku em lê ji dayik bûn û lê mezin bûn ev der e. Em nikarin dest ji vê derê berdin û biçin."

Çankaya ragihand ku wan dewletê ti alîkarî nedîtin, lê gel alîkarî bi wan re kir û got, "Em bi alîkariya komele û sivîlan li ser piyan man. Em gundî alîkariyê bi hev re dikin. Em hîn ê nû bi ser xwe ve tên. Rayedar ji bo rakirina enqazan jî nehatin. Em nizanin bê wê çi bibe. Ne ji dilxwazan bûya em ê ji serma biqefiliyan. Wan xwarin û kinc ji me re şandin."