Mexdûra erdhejê Koşmaz: Dewlet li pey firotina xaniyan ketiye

Babîle Koşmaz ku di dema erdhejê de tevî malbata xwe li mala xwe ya li Dîlokê bû, wiha axivî "Me ti alîkarî ji dewletê nedît. Nan jî bi destê me neket. Niha jî dewlet hewl dide xanî bifiroşe mexdûrên erdhejê."

Babîle Koşmaz ku dema li Mereşê erdhej pêk hat, tevî malbata xwe li mala xwe ya li Dîlokê bû. Koşmaz qala dema erdhejê û bûyerên piştî wê kir.

Korkmaz anî ziman ku wan xwe li konteynira nobedarekî nasê xwe girtine û diyar kir ku li gorî gelek mirovan ew bi şens in, ji ber ku bi hezaran kes li derve man.

Koşmaz qala dema erdhejê kir: "Di dema erdhejê de em nekarîn ji malê derkevin. Heta ku erdhej qediya em di hundir de man û dema ku daketin jêrê, me dît her kes li jêrê ne. Du rojan em li înşaetekê man, dîsa jî şensê me hebû. Em li konteynira nobedar a nasekî xwe man. Gelekî qelebalix bû, em li ser kursiyan bi sobeyên elektrîkê li wir man. Bi eslê xwe ji Mereşê me û gelek ji xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Mala me xera nebû, gotin ku xisareke biçûk lê bûye. Lê belê li odeya keça min ji serî heta binî derz lê ketiye. Terk li dîwarên me ketiye, pêlikên me derizî bûn, lê belê tevî vê yekê jî gotin, 'xisareke biçûk' lê bûye. Em ê li mala xwe vegerin, lê çawa vegerin, em nizanin bê çawa bikevin hundir."

'NAN JÎ BI DESTÊ ME NEKET'

Koşmaz destnîşan kir ku wan ji dewletê ti alîkarî nedît û got, "Nan jî bi destê me neket. Piştre li gund firinekê ji bo her malbatekê 4 nan da. Nan bi destê me neket, xwarin bi destê me neket, cihek bi destê gelek ji me neket ku xwe lê bistirîne. Hewa gelekî sar bû, berf bariya, baran bariya, bahoz rabû. Roja destpêkê ya erdhejê gelekî sar bû. Mirov di hundirê wesayitê de jî bima, sotemenî tune bû. Gaz tune bû, av tune bû. Mirov hem tî bûn hem jî sar bû. Gelekî zehmet bû."

Koşmaz diyar kir ku bandora herî giran li jinan bû û got, "Bi taybetî mijara tiwaletê pirsgirêka me ya herî mezin bû. Her wiha malzemeyên paqijiyê jî bi destê me nediket. Ji neçarî li malên ku xisar li wan bûbû me kincê xwe diguhert û diçûn tiwaletê. Xwişka min a mezin niha li binê kon dimîne. Gelek mirov li derve man. Dewletê qaşo malên sersaxiyê pêşkêş kir, lê ji bo jinan çiqasî ewle ye, mirov pê nizane. Dewletê alîkarî nekir."

Têkildarî mijara ku dewlet bi deyn xanî difiroşe mexdûrên erdhejê jî Koşmaz got, "Mirov bi deka xwe, bi keda salan dibin xwedî xaniyekî, piştre mala wan xera dibe, dewlet jî dibêje wê bi berdêla pereyan xanî bide. Mala mirovan xera bûye, kargehê wan xera bûye, wê çawa karibe heqê xanî bide?"