Meşa welatiyan a ji bo girtîgeha Guven lê ye hate astengkirin

Girseya ku xwestin ji bo balê bikişîn ser rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in di grevê de ye bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Meşa girseya gel a ku xwestin ji bo balê bikişîn ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê  Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku 66 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Meşa girseya ku parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de ye hate astengkirin.