Meşa ber bi rasteqîniyê ve
Yên ku di her kêlî û deman de nûbûyînan diwelidînin di nava dilên xwe de. Ew in yên ku di çiya de jiyan û hêviyê diçînin. Hêvî û jiyan xwişkên hev ê cêwîne ji bo wan. Ya din bê ya din nabe…
Yên ku di her kêlî û deman de nûbûyînan diwelidînin di nava dilên xwe de. Ew in yên ku di çiya de jiyan û hêviyê diçînin. Hêvî û jiyan xwişkên hev ê cêwîne ji bo wan. Ya din bê ya din nabe…
Bi hatina werza payîzê re hêdî hêdî rêwitiya me jî ber bi dawî ve diçe. Ya rast dawî li rêwitiya me nayê. Ji ber em jî bi wan re bûn rêwî. Ango rêwiyê jiyana wan, hevrêtiya wan, hest û ramanên gerîlayan. Em bi wan re re jiyan, em bi wan re têr bûn û bi wan re birçî bûn. Me bi wan re tevahî hestên ku mirov dike mirov, xwe ji nû ve hîs dike ji kûrahiya ruhê xwe de jiya.
Di nava wan de em fêrî rastiya ku di nava xwe de dijî, bûn. Ne ji pirtûkan, ne ji gotinan, ne jî ji çîrokan…
Ew bûn ên ku di nava dilê xwe de cîhanek bê sînor di hewînin. Yên ku di tevahî jiyan, pêşeroj û di kesayetiya xwe de hevrêyên xwe yên şehîd dijîn. Ew bûn ên ku di têkoşîna xwe de ji bo mafê tevahî gelan têdikoşin.
Me şahidî ji nîqaş, hezkirin û hevrêtiya wan re kir. Bê ku ti ferq bixin nav me weke ku em jî ji wan in em kirin hevrêyê hest û ramanên xwe. Her çiqas cih û warên ku em çûnê cuda be jî lê ew hezkirin, rûkenî û rêzdariya wan yek bû. Ji ber vê yekê, me qet di nava wan de xwe biyanî nedît. Em jî bûbûn xwediyê jiyana wan.
Ti astengî li pêşiya jiyan, têkoşîn û îdeayê wan nabe asteng. Çente li pişt, rext li bejnê û çek di destan de ber bi bêsînorbûyînê ve dimeşin. Lê ev meşa ku ew ber bi wê ve dimeşin jî meşa rasteqînê ye. Kelecan, coş û kêfxweşiya ku me di werzê biharê de di kesayetiya wan de dît, di werzê payîzê de jî ev hên bilindtir dewam dike.
Çawa ku me di werzê biharê de li ser her şîverêyekê komek gerîla dît, di werzê payîzê de jî ev bi vê awayî dewam dike. Çawa ku her demsalek di nava xwe de gelek guhertin û veguhertinan dihewîne, gerîlayên dildarê welatê xwe û azadiyê ne jî bi vî awayî ne.
Her rêwîtiyeke me gelek tiştî dide me. Her dîtina rastiyekê dihêle ku em zêdetir bifikrin. Ango li ser rastiya ku li nava van çiyayan tê jiyîn. Di nava her qeliştokekê de, li ser her girekî, di bin her darekê de, li ser her kaniyekê, li ser her kevirekî şopa gerîla heye. Ango li vir dîrok hatiye jiyîn, nivîsandin û nîqaşkirin…
Ew in ew rêwiyên bê rawestgeh… Ma qey kes dikare pêşî li herikîna avê bigire, çiqasî were girtin jî wê ew av rêyekê ji xwe re bibîne û biherike. Ango tu astengiyan nas nake û bê rê jî namîne. Ji ber av herikbare. Gerîla jî weke avê her tim diherike bê ku ti astengiyan nas bikin. Ew ew kes in ku di tevahî dil, ruh, hest û mejiyên xwe de astengiyan perçekirine û şikandine…
Ew in ew, kesên ku tevahî henaseyên ku digrin û didin de ji bo azadiyê, wekheviyê û jiyanekê bi exlaq, wîjdan û polîtîk digrin.
Min ne dît weke wan berxwedêr… Min nedît weke wan dilsozê jiyaneke bi rûmet…
Min ne dît weke wan dil mezin, yên ku di nava dilê xwe de dilan dihewîne…
Yên ku di her kêlî û deman de nûbûyînan diwelidînin di nava dilên xwe de. Ew in yên ku di çiya de jiyan û hêviyê diçînin. Hêvî û jiyan xwişkên hev ê cêwîne ji bo wan. Ya din bê ya din nabe…