Meşa Amarayê ya bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve tê lidarxistin dest pê kir.
Tevî hemû astengiyan jî ji Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê, gel li xaçerêya Payamli ya li ser rêya Riha-Dîlokê li hev kombûn û dirûşmên weke "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te piroz be", "Xeta me Bêrîtane û Rêberê me Ocalan e” û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berz kirin.
'4'Ê NÎSANÊ JI BO GELÊ KURD ROJEKE DÎROKÎ YE'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li xaçerêyê daxuyanî da û diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye û got, "Dayik û gelê me yê hêja. Îro rojeke dîrokî ye. Me bi dirûşmeya “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve” bang kir. Li ser vê bangê bi hezaran kes ber bi Amarayê ve ketin rê. Li her bajar û navçeyê astengî hatin çêkirin. Tevî hemû astengiyan jî bi hezaran kes em hatin vir.”
'ROJA JI NÛ VE VEJÎNA GELÊ KURD E'
Aydenîz got, "Em 4'ê Nîsanê tenê weke roja ji dayikbûna Birêz Ocalan nabînin. Roja ji nû ve vejîna gelê Kurd e. Beriya 100 sal xwestin Kurdan bi peymana Lozanê ji dîrokê paqij bikin. Kurdistan kirin çar parçe. Ji kurdan hat xwestin ku ereb, faris û tirk bin, lê 4’ê Nîsanê roja ku kurd ji nû ve ji dayik bûne ye. Ji ber vê yekê Kurd û bi milyonan kesên bi vê baweriyê 4'ê Nîsanê weke roja demokrasî, aştiya bi rûmet û têkoşînê dinirxînin. Yên ku dixwazin çalakiyên vê rojê asteng bikin hene. Yên ku pêşî li kesên ku bawerî bi demokrasî û aştiyê tînin digirin, ji israra birêz Ocalan a aştiyê ditirsin. 4'ê Nîsanê roja ji nû ve hebûn û dîrokî ye. Bi hezaran kes ketin rê û em ber bi Amarayê ve diçin. Tevî hemû astengiyan em ê biçin. Dem dema qebûlkirina aştiya bi rûmet a ku birêz Öcalan daniye holê hatiye. Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe pêwîst e îradeya ku dibêje “hefteyek bidin min ez ê çareser bikim” hembêz bike. Ne ji bo şikandina tecrîda ku veguheriye rejîmê,ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê li qadan bin. 4'ê Nîsanê li kesên ku aştiya bi rûmet û aştiya hevpar dixwazin pîroz be.”
Hevserokê Giştî ya KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku îro ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek bi wateye û got, “Gelê Kurd îro hebûna xwe pîroz dike. Kurd ji rewşa mirinê vegeriya jiyanê. Îro jidayikbûna gelê Kurd e. Roja demokrasi, jiyana wekhev û azad e. Ocalan bû Rêberê hemû gelên bindest. Ramanên wî bû ronahî. Ramanên Ocalan wê dawiya pergala kapîtalîst bîne. Têkçûna dewleta monîst e.”
Piştî daxuyaniyê gel bi konvoyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin.