Mertalên Zindî: Divê Kurd dagirkerî û birakujiyê qebûl nekin

Mertalên Zindî bal kişandin ser metirsiya êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û banga yekîtiyê li tevahiya hêzên Kurdistanê kirin.

Ciwanên welatparêz yên mertalên zindî ev 5 roj in ji bo şermezarkirina dagirkerî û zêdegaviyên dewleta Tirk yê li ser xaka Başur Kurdistanê çalakiya didomînin. Endamê ciwanên welatparêz ê ku di nava mertalên zindî de cih digrin, helwesta gelê Kurd û bêdengiya ku li Başurê Kurdistanê heye ji ANF'ê re nirxandin.

Ji Mertalên Zindî Hêdî Sîpan got, "Em dixwazin gelê Başûrê Kurdistanê vê zilmê qebûl neke. Dewleta Tirk dixwaze her tiştê li ser Gelê Kurd rewa bike. Dagirkeriya li Bradost li Xakurkê nayê qebûlkirin."

Botan Germiyan jî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo derxistina şerê birakujiyê û got, "Divê Kurd her tim di nav hevgirtinekê de bin û neteweya xwe esas bigire. Bi vê hevgirtinê re ciwanên Kurdistanê divê metirsiya dagirkeriyê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê bibînin. Di vê demê de bila bibin xwedî rol û mîsyoneke bi bandor. Ev yek erka demê ji bo me Kurd û Kurdistanê ye."